Behrên û Îsraîlê bi rêya vekirina balyozxaneyan hevpeymana dualî dewam dikin

Berpirsekî îsraîlî eşkere kir ku Behrên û Îsraîlê dê têkilîyên xwe yên dîplomatîk bi vekirina balyozxaneyan fermî bikin.

Behrên û Îsraîlê bi rêya vekirina balyozxaneyan hevpeymana dualî dewam dikin
18 cotmeh, 2020   10:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarê îsraîlî ji paytexta Behrên Menemê diyar kir ku Îsraîl û Behrên dê piştî îmzekirina daxuyaniya hevbeş, wê balozxaneyên xwe vebikin û ev yek jî destpêka tevahî têkiliyên dîplomatîk e.

Malpereke îsraîlî demeke berê gotibû ku Behrên û Îsraîl dê roja Yekşemê 18'ê Cotmehê de bi navbeynkariya Amerîkayê avakirina têkiliyên dîplomatîk û vekirina balyozxaneyan di dema hevdîtina di navbera wan de li paytexta Behrên Menemê îmze bikin.

Behrên û Îmarat di 15`ê Îlonê de li paytexta Amerîkayê Washington bi amadebûna Trump bi Îsraîl re bi awayek fermî peymanek aştiyê îmze kir.