Weqfa Newroz a Lubnanê şeşemîn salvegera weqfeyê  pîroz kir

Weqfa Newroz a Çandî û Civakî li Lubnanê bi boneya salvegera şeşemîn a damezrandina weqfeyê li navenda xwe ya li paytexta Lubnanê Beyrûtê şahiyek li dar xist.

Weqfa Newroz a Lubnanê şeşemîn salvegera weqfeyê  pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê şeşemîn salvegera weqfeyê  pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê şeşemîn salvegera weqfeyê  pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê şeşemîn salvegera weqfeyê  pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê şeşemîn salvegera weqfeyê  pîroz kir
17 cotmeh, 2020   08:13
BEYRÛT

Şahî bi sirûda kurdî û lubnanî dest pê kir. Seroka weqfeyê Henan Osman di şahiyê de axivî û bixêrhatina beşdaran kir û salvegera damezrandina weqfeyê li gelê Kurd ên ji Rojava hatine û kurdistaniyên Lubnanê pîroz kir.

Henan Osman diyar kir ku ji roja weqfe hatiye damezrandin û heta îro ji bo rêxistinkirina civaka Kurd li Lubanê kar û xebatê dike, di heman demê de ji bo vejandina çand û zimanê kurdî jî çalakiyan organîze dike û têkiliyên di navbera gelên Kurd û Lubnanê çêkirin.

Seroka weqfeyê bal kişand ser keda endamên weqfeyê û wiha gotina xwe dewam kir:"Heke ne ji kar û xebata endaman bûya, em ê negihaştina vê qonaxê". Henan spasiya her kesên destek da vekirina vê weqfeyê kir.

Piştî axaftina Henan Osman sinivîzyonek der barê karê weqfeyê yê 5 salên derbasbûyî de hate pêşandan.

Berpirsyara beskê jinan a Hevdîtina Ciwanên Lubnanê-Filistînê Arîc Kurdî axivî û salvegera şeşemîn a damezrandina weqfeyê pîroz kir û wiha gotina xwe dewam kir:"Bi vê boneyê em ji bo tevahiya karên we serkeftinê dixwazin, bi rêya vî karî hûn her tim banga şanazî, serfiraziyê, piştgiriya jinên Lubnanê û kurdan dikin."

Arîc Kurdî helbesteke der barê jina Kurd de xwend.

Her wiha Seroka Weqfeya Jîn a Jinan Buşra El-Elî jî axivî û salvegera Weqfe Newroz pîroz  kir. Buşre got piştî teqîna bendera Beyrûtê û ziyanên ku rû dane rojbûneke nû ji weqfeyê re hate nivîsandin. Her wiha bi boneya salvegera weqfeyê Buşra tabloyeke ji hunerên kurdî diyarî weqfeyê kir.

Şahî bi gerandina govedê bi dawî bû.

(eh)

ANHA