Ermenistanê balafirên bêpîlot xist xwarê

Ermenistanê ragihand ku hêzên wan balafirên bêpîlot ku derbasî qada hewayî bûne, xistine xwarê. Amerîka û Franasyê jî piştrast kir ku divê aliyên şerê Qerebaxê agirbestê pêk bînin.

Ermenistanê balafirên bêpîlot xist xwarê
17 cotmeh, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê duh ragihandibû ku balafirên bêpîlot ku tê payîn ên Tirikiyê ne ku derbasî qada wê ya hewayî bûne, xistine xwarê.

Berdervka wezaretê Shushan Stepanyan wiha got: “Balafirên bêpîlot li qada hewayî ya Ermenistanê hatin şopandin û tedbîrên pêwîst tên girtin.”

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê îro ragihand ku 29 leşkerên wan hatine kuştin. Bi vê yekê ji

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper û Wezîra Artêşa Fransayê Florence Parley, girîngiya gihîştina agirbestê li Qerebaxê nîqaş kirin.

Wezîrên her du welatan bi rêya telefonê piştrast kirin ku divê serokên Ermenistan û Azerbêcanê sozên xwe yên rawestandina şerê li Qerebaxê û dîtina çareseriyeke aştiyane, pêk bînin.

Ji 27`ê Îlona borî ve di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de şer rû dide. Ji bo rawestandina şer, Rûsya navbeykariyê dike, lê belê dewleta Tirk hîna şer gur dike.

(cx)