Rojnameyên erebî: Şewatên li beravên Sûriyê valabûna serkeftinên hikumeta Şamê zelal kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa şewatên li beravên Sûriyê, zextên navneteweyî li ser dewleta Tirk û aloziya Lubnanê kirin.

Rojnameyên erebî: Şewatên li beravên Sûriyê valabûna serkeftinên hikumeta Şamê zelal kir
17 cotmeh, 2020   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞEWATÊN LI BERAVÊN SÛRIYÊ, VALABÛNA SERKEFTINÊN HIKUMETA ŞAMÊ KEŞIF KIR'

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Şewatên beriya çend rojan li beravên Sûriyê derketine, valabûna serkeftinên leşkerî yê rejimê zelal kir. Ji ber ku hikumetê şewat venemirand û alîkarî pêşkêşî kesên zirar dîtine, nekir.”

Rojnameyê diyar kir ku piştî hefteyekê ji vemirandina tîmên agirkujiyê şewata herî dijwar ku ji beriya bi dehan salan ve li beravên Sûriyê rû da, hemû çiyayên herêmê û di nav de yên derdorê Qirdaha li başûrê Lazîqiyê ku cihê jidayîkbûna Beşar El-Esed e, hatine şewitandin. Gundiyên herêmê bi hesret li sedan donimên erdên xwe yên şewitî dinêrin ku ji ber wê kerastê tekane çavkaniya debara xwe wenda kirin."

Alîkariyên ji bo şêniyan gihaştin gundên Qirdaheyê, herî zêde ji bo rakirina moralên gundiyan bûn. Her wiha li pêş stasyonên sotemeniyê taborên dirêj disekinin û bi sedan dîrekên kehrebê hatine şewitandin û ji ber wê yekê kehbre qut bûye. Li kêleka wê yekê jî piraniya şêniyên herêmên li ser deryaya Spî bê av in."

 ‘ZEXTÊN EWROPAYÊ LI SER TIRKIYÊ’

Girêdayî tevgerên dewleta Tirk jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Piştî ku Enqerayê xebatên keştiya ku meha borî vekişandinbû, ji nû ve dest pê kir. Roja Înê, Yewnanistan û Qubirusê zext li Yekitiya Ewropayê kirin da ku li hemberî xebatên Tirkiyê yên lêgerîna li gazê li deryaya Spî, helwesteke hişktir nîşan bide.”

Heta niha YE`yê li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî tedbîrên hişk negirtine û tenê behsa ferzkirina cezayan dike, ku beriya demekê Nîqosiya û Athenayê jî Tirkiyê ji wê yekê hişyar kiribûn.

 ‘TIRKIYÊ LI QEREBAXÊ BI TENÊ MAYE’

Rojnameya El-Exbar a Lubnanî jî behsa şerê Qerebaxê kir û wiha nivîsî: “Ji destpêka şerê Qerebaxê yê di navbera Azerbêcan û Eremnistanê de, Enqera li kêleka artêşa Azerbêcanê sekini. Helwestên navneteweyî li hemberî şerê di navbera her du welatên cîran de, êdî eşkere dibin û îşaretê bi rageşiyeke di navbera Rûsya û Tirkiyê de dikin. Amerîka jî hevalbenda xwe ya NATO`yê ji ber destwerdana li şerê Qerebaxê, rexne kir û hêvî kir ku Ermenistan karibe xwe biparêze.”

 ‘LUBNAN ROJA PÊNŞEMÊ LI BENDA SUPRÎZEKÊ YE’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Lubnanê wiha nivîsî: “Piştî taloqkirina şêwirên parlamanê yên ji bo erkdarkirina serokê hikumetê heta Pêncşema bê, li Lubnanê valahiya siyasî derket. “

(cx)