YPG: Li Hesekê 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antîteror ên girêdayî wan li Hesekê bi operasyonekê 4 çeteyên DAIŞ`ê girtine.

YPG: Li Hesekê 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
17 cotmeh, 2020   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê di daxuyaniya nivîskî de,  da zanîn ku 16`ê Cotmehê Yekineyên Antîteror (YAT) li Hesekê li hemberî şaneyeke DAIŞ”ê operasyonek li dar xist.

Li gorî daxuyaniyê di encama operasyonê de 4 çete hatin girtin, her wiha damençeyek û gelek telefon hatin desteserkirin.