Rojnameyên erebî: Rûsya li Bakurê Sûriyê zextê li dewleta Tirk dike

Rojnameyên erebî vê sibê behsa nakokiyên Rûsya û dewleta Tirk têkildarî Sûriye û Qefqasyayê, rewşa Iraqê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya li Bakurê Sûriyê zextê li dewleta Tirk dike
15 cotmeh, 2020   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

'JI BER TEVGERÊN DEWLETA TIRK LI QEFQASYAYÊ RÛSYA LI BAKURÊ SÛRIYÊ ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK DIKE'

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Rewşa li herêma başûrê Qefqasyayê, êdî bandorê li Sûriyê û nexasim li “herêma bêçek" a Idlibê dike. Balkêş bû ku duh wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov di nirxandina tevgera dewleta Tirk li her du herêman de, bi hev ve girê dan.”

Rojnameyê wiha domand: "Li gorî raporên li Moskovê, Rûsya ji ber veguhastina çekdaran ji Sûriyê ber bi herêmên başûrê Qefqasyayê, fikarên wê zêde dibin. Her wiha ji ber israra dewleta Tirk li ser çareseriya leşkerî li Qerebaxê, dibe ku Moskov bi rêya gurkirina şerekî muhtemel li Idlibê, zextê bi awayekî yekser li Enqereyê bike."

Di heman demê de Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li Idlibê hişyarî da.”

'HÊZÊN GIRÊDAYÎ ÎRANÊ LI IRAQÊ BER BI ARAMIYA BI WASHINGTONÊ RE DIÇIN'

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got: "Koma tevgera El-Nuceba xwe ji hedefgirtina şandeyên dîplomatîk li Iraqê da alî. Bi vê yekê komên şîe yên girêdayî Îranê metirsiya xwe ji encamên hedefgirtina hêzên Amerîkayê li Iraqê û balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, rave kir."

'TIRKIYE LI HEMBERÎ DAXWAZÊN NAVETEWEYÎ DISEKINE'

Têkildarî tevgerên dewleta Tirk li herêmê, rojnameya El-Beyan got: "Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku welatê wî, wê xebatên vekolîna enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî careke din bide destpêkirin. Ev yek jî wekî sekinandina li hemberî hemû daxwazên navneteweyî ku bang li Enqereyê dikin ku xebatên vekolînê li rojhilatê Deryaya Spî bidin rawestandin.”

'XEBATÊN ŞÊWIRA PARLAMENTOYA LUBNANÊ HATIN TALOQKIRIN'

Rojnameya El-Nehar jî behsa aloziya Lubnanê kir û wiha nivîsî: "Civîna şêwirê ya parlamentoyê ku serokkomarê Mîşel Ewn li qesra Bebedabana lidarxistina wê kiribû, hate taloqkirin."