Koçberên Efrînê: Em dê heta vegera Efrînê li ber xwe bidin

Şêniyên Efrînê yên koçber ên di kampa Vegerê ya li navçeya Şêrawayê de piştrast kir ku dê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin û bang li civaka navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên parastina sivîl ji sûcên Tirkiyê rabin.

Koçberên Efrînê: Em dê heta vegera Efrînê li ber xwe bidin
15 cotmeh, 2020   05:26
ŞEHBA-MEYDA HENAN-LÎNDA ŞÊX

Hê jî rêxistinên navdewletî der barê sûcên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê de li dijî koçberên Efrîn, bê deng in. Her wiha di 5’ê vê mehê de dewleta Tirk herêmên Şehbayê yên tê de sivîl hene bi çekên giran hedef girtin.

Şêniyên Efrînê yên di kampa Vegerê ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bênavber li dijî sivîlan şermezar kirin. Her wiha şêniyan got ew sûc bi hedefa koçberkirin û penaberkirinê ye û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku ji bêdengiya xwe der barê van sûcên li dijî sivîlan de derkevin.

Şêniya bi nave Dilîvan Îbişî da zanîn ku dê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin û wiha got: "Em ji Efrînê bi darê zorê koçber bûn û li kampa Vegerê bi cih bûn. Hê jî ji bo vegera li Efrînê li ber xwe didin. Dewleta Tirk a dagirker ji me çi dixwaze? Her tim sivîlan hedef digire ku careke din me koçber bike. Lê ev yek ne pêkan e. Dê ji bo rûmet û xakê li ber xwe bidin."

Dilîvan Îbiş bang li rêxistinên hiqûqî kir ku alîkariya şêniyên di kampan de bikin, sûcdar Erdogan ê ku mezin û biçûkan qetil dike muhasebe bikin.

Şêniyê bi navê Esmet Bakîr jî wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker sivîlan dem bi dem hedef digire. Divê dewletên garantor mîna Rûsya û Amerîka sînorekî ji Erdogan re deynin. Lê belê ew dewleta bi xwe mecalê ji dewleta Tirk re ji bo hedefgirtina sivîlan vedikin. Ji lew re dê heta berxwedana me salekê jî bidome, li ber xwe bidin."

Bakîr helwestên rêxistinên navneteweyî yên der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî koçberên Efrînê de şermezar kirin.

Ji aliyekî din ve jî şêniya bi navê Fatme Osman wiha axivî: "Tevahî kampên cîhanê ji çi ziraran tê parastin. Lê kampên koçberên Efrînê berovajî wê ye. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim kamp û herêmên tê de sivîl hene topbaran dikin."

Fatme wiha berdewam kir: "Dê li ser rêça rêber Abdullah Ocaln li ber xwe bidin û her tiştî ji bo wî bikin."

Şêniyê bi navê Can diyar Xelîl bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe der heqê sûcên li dijî koçberên Efrînê yên bi destê dewleta Tirk pêk tên, derkeve û wiha bi dawî kir: "Êdî bes e ji bêdengiya we re. Gelo ji bo em Kurd in hûn me paşguh dikin. Kurd bi dawî nabin. Lê belê rojane li tevahî cîhanê belav dibin. Em hene û  serbilind in."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_l6g-l0kfvo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>