Xwestekên xwedîyên pez ên Şedadê tên pêkanîn

Xwediyên pez ji lêçûna zêde ya nexweşiyên pezên wan tevî kêmbûna nirxêd ermanê ku Komîteya Yekitiya Çandinî û Dewlemendiya Sewalvaniyê li wan belav kirine, bi gilî ne. Her wiha komîteyê piştrast kir ku dê dermanan li wan belav bike.

Xwestekên xwedîyên pez ên Şedadê tên pêkanîn
Xwestekên xwedîyên pez ên Şedadê tên pêkanîn
Xwestekên xwedîyên pez ên Şedadê tên pêkanîn
Xwestekên xwedîyên pez ên Şedadê tên pêkanîn
Xwestekên xwedîyên pez ên Şedadê tên pêkanîn
15 cotmeh, 2020   06:46
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Komîteya Çandinî û Dewlemendiya Sewalvaniyê ya navçeya Şedadê ji Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Dewlemendiya Sewalvaniyê tenê 20 aşleyên nexweşiya xurê ya taybet bi pez wergirt. Lê li navçeya Şedadê û gundewarên wê 200 hezar serî pez heye û ev aşleyên hatine rêkirin tenê têra 2 hezar pez dike.

Demsala payîzê demsala belavbûna nexweşiya xurî û şewbê di nava mihan de ye. Ji lew re xwediyên pez her sal di vê demê de pezên xwe aşle dikin.

Emîn Îsa yek ji xwediyên pez e destnîşan kir ku li gel wî 100 mih hene û komîteya Dewlemendiya Sewalvaniyê ji sala borî de tu dermanekî guncaw jê re pêşkêş nekiriye.

‘AŞLE JI PEZ RE PÊWÎSTIYEK E’

Îsa got pêdiviya pez bi gelek aşleyan heye, herî kêm mehê carekê divê pez were aşlekirin. Aşleyên herî girîng jî germahî, germahiya giran, maltiyê (spî) û çete ne.

Îsa diyar kir ku divê di demeke diyar a salê de pez bê aşlekirin. Aşleya xurê di demsala payîzê de tê dayîn, lêçûna wê jî ji her seriyekî pez re bi 500 lîreyê Sûriyê ye, aşleya Albastarila jî di havînê de tê dayîn û lêçûna wê jî ji her seriyekî re 15 hezar lîreya Sûriyê ye.

Aşleya germahiyê di havîn û biharê de tê dayîn, aşleya kurmikan jî di her mehekê de tê dayîn û lêçûna wê jî 20 hezar lîreya Sûriyê ye, ji wê zêdetir jî vîtamîn, ava xwê tê dayîn. Îsa da zanîn ku piranî xwediyên pez di vê demê de dermanan ji sûka reş dikirin.

Endama rêveber a komîteyê Beraa Xelîf jî daxuyand ku di çend rojên borî de 20 aşleyên ji xurê yên mihan radest birin, lê xwediyên pez ên sûdê jê digirin ji sedî 2 derbas nake.

‘EM NEÇAR IN AŞLEYAN JI PEZÊN HATINE QEYDKIRIN RE DABÎN BIKIN’

Beraa Xelîf diyar kir ku komîteyê di gera xwe ya li navçeya Şedadê hejmarek ji dermanan belav kir û wiha got: "Em neçar in li gorî derfetên li gel Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Dewlemendiya Sewalvaniyê derman û aşleyan ji xwediyên pezan re dabîn bikin.  Beraa Xelîf wiha domand: "Em yesker bi wan re di têkiliyan de ne û azarên xwediyên pez ji wan re radigihînin. "

Hejmara mihan 2 hezar derbas kir, li rex wê jî hezar û 768 çêl li Şedadê û gundewarên nêzî wê hene û hezar û 500 hêştir jî hene.

Derman û aşleyên taybet li dermanxaneyên beyterî pir buha ne, ew jî bi sedema bihabûna dolar e. Ji ber dermanxane bi dolar dikire û bi lîreya Sûriyê difiroşe sûkê.

Beraa Xelîf piştrast kir ku dê beşek ji dermanan di çend rojên pêş de bê wergirtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundewarên başûrê Hesekê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina pez dikin.

(fr)

ANHA