​​​​​​​Berpirsên komkujiyên li dijî Êzidiyan vedigerin Şengalê

Xuya ye ku hikumetên Bexda û Hewlêrê hewl didin herêmên Êzidiyan vegerînin; herêmên ku wan rûbirûyê komkujiyên bi destê DAIŞ`ê ve hiştibûn. Diyar e ku li paş lihevkirina dawîn a girêdayî Şengalê planeke bi hevkariya dewleta Tirk heye.

​​​​​​​Berpirsên komkujiyên li dijî Êzidiyan vedigerin Şengalê
​​​​​​​Berpirsên komkujiyên li dijî Êzidiyan vedigerin Şengalê
​​​​​​​Berpirsên komkujiyên li dijî Êzidiyan vedigerin Şengalê
​​​​​​​Berpirsên komkujiyên li dijî Êzidiyan vedigerin Şengalê
​​​​​​​Berpirsên komkujiyên li dijî Êzidiyan vedigerin Şengalê
​​​​​​​Berpirsên komkujiyên li dijî Êzidiyan vedigerin Şengalê
14 cotmeh, 2020   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN-HOGIR NECAR

Şengal bi 80 km ji bajarê Mûsilê dûr e û girêdayî parêzgeha Neynawayê ye. Hikumetên Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li ser vê herêmê nakok in. Ji ber cihê wê yê stratejîk, her aliyek hewl dide vê herêmê dûrî vîna gelê wê, kontrol bike.

`ARTÊŞA IRAQÊ Û PÊŞMERGEYÊN PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ (PDK) REVÎN`

Êzidî hîna çîrokên kuştin, serjêkirin û revandinê vedibêjin. Komkujiyên ku çeteyên DAŞI`ê dema di 3`yê Tebaxa 2013`an de êrişî herêmê kiriye, pêk anîne. Di wê êrişî de artêşa Iraqê û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên ku diviyabûn Şengal biparasta, revîn.

Niha ruxmî derbasbûna 6 salan li ser wan komkujiyên ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sûcên qirkirina komî sinifandî, lê hikumetên Bexda û Hewlêrê bi wan komkujiyan îtîraf nekirin. Hêzên her duyan ji êrişên DAIŞ`ê revîn û Êzidiyên sivîl bi DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin.

Berovajî wê, her du hikumetan hewl didin Şengalê di nav xwe de parve bikin. Xuyaye ku dewleta Tirk roleke veşartî di vê plana kirêt de ya ku êzidiyan careke din dike hedef, dilîze.

GIRÎNGIYA ŞENGALÊ

Şengalê xwedî cihekî stratejîk e. Ji ber wê aliyên herêmî hewl didin wê kontrol bikin. Ji ber ku li ser sînorên siyasî yên di navbera Iraq û Sûriyê de ye, nêzî sînorên Tirkiyê ye û li ser xeta lojîstîk a Îranê ya di navbera Sûriyê û Iraqê de ye. Ev dihêle ku timayên hemûyan di Şengalê de hebin.

Li gorî lêkolîn û raporan, herêma Şengalê bi berhemên binerd dewlemend e, tê de hesin, kevir, mermer, madeya xav a çîmento hene. Li gorî raporan, depoyeke mezin a petrol, gaz û qîr hene, li navçeya Sinonî jî gelek bîrên petrolê yên amadekirî hene.

Gelek lêkolîn destnîşan dikin ku, li çiyayê Şengalê mezintirîn, firehtirîn û dirêjtirîn kanalên avê li cîhanê hene. Tê de av di şikeftên ku heta niha nehatine vedîtin re derbas dibe. Ev kanal pêdiviyên dewletekê mîna Iraqê ji avê peyda bike.

Li lûtkeya çiyayê Şengalê, madeyeke spî mîna xwê hate vedîtin. Ev made li ber şewqa tavê vediguhere madeyeke rohn bêyî ku di qonaxa rohn re derbas bibe. Ev made li laboratuwarên zanîngeha Mûsilê hate testkirin û bi navê Sincarayt derbasî ferhenga zanistî bû. Heta niha zanyar sirê vê madeyê nas nekiriye.

`ARMANCA HIKUMETA IRAQÊ`

Hikumeta Iraqê, dixwaza tevahiya bajarên Kurdan kontrol bike, nexasim herêmên ku pêşmergaeji çeteyên DAIŞ`ê sala 2014`an dema êrişî Iraqê kirin, rizgar kirine. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ew herêmên nakok radestî Heşid El-Şabî kirin bêyî ku heta guleyekê biteqîne, piştî binketina referandoma 25`ê Îlona 2017`an.

`ARMANCA PDK`Ê`

PDK`ê hewl dide herêmên Kurdan bê îstîsna bixe bin serweriya xwe. Qebûl nake tu herêm li derveyî hegemonya wê bimîne yan jî pergaleke demokratîk ku xizmeta malbat û êlê nake, tê de pêşkeve. Ev jî ji bo malbata desthilatdar xeternak e û hegemonya PDK`ê li Başûr bi dawî dike.

PDK`ê projeya Rêveberiya Xweser a ku Êzidiyan ragihandiye li ser desthilata xwe xeter dibîne, lewre hewl dide bi tevahiya rêbazan, Şengalê ji aliyê ewlehiyê ve kontrol bike, çalakvanan û her kesê dijberî wê derdikeve tesfiye bike.

Ji wê zêdetir PDK`ê hewl dide planên dewleta Tirk li herêmê pêk bîne û li gorî berjewendiyên wê tevdigere. Ev yek di avakirina qereqolan de û asêkirina sînorên çêkirî di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de di Îlona borî de diyar bû. Bi taybet piştî serdana Nêçîrvan Barzanî serokê herêmê ji dewleta Tirk re û hevdîtina wî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re.

Piştî vê hevdîtinê wezîrê derve yê Tirk, eşkere kir ku wî û Nêçîrvan Barzanî li ser şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li hev kirine. Lê di daxuyaniya nivîsgeha Barzanî de hate diyarkirin ku tenê rewşên Koronayê û rewşên aborî yên herêmê hatine nîqaşkirin.

Êzidiyên Şengalê baweriya xwe bi PDK`ê naynin ji ber ku ew bû sedema pêkanîna komkujiyan li dijî wan û piştî rizgarkirina Şengalê dorpêçek lê ferz kir û nehişt koçber vegerin warên xwe.

`ARMANCA DEWLETA TIRK`

Planên dewleta Tirk li Başûr, piştî mudexeleya Amerîkayê di Iraqê de sala 2003`yan dest pê kirin. Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe hewl da rê li pêşiya Kurdan bigire da ku mafên xwe bi dest nexin û dewleteke xwe ava nekin. Her wiha hewl da Kerkûk, Mûsil, Silêmanî û Hewlêrê kontrol bike, ji ber ku wan herêman weke beşekê ji imperatoriya Osmanî li gorî hevpeymana Millî dibîne û divê careke din vegerîne û bixe bin kontrola xwe. Lê di wê demê de dewleta Tirk bi ser neket.

Dema şoreşên Bihara Ereban destpê kirin, komên çekdar ên cuda derketin. Lê koma herî hov DAIŞ`ê bû. Firehbûna DAIŞ`ê li herêmên ku dewleta Tirk weke herêmên girêdyaî xwe dibîne, ne tiştek tesaduf bû. DAIŞ`ê, Musilê, beşên mezin ji Neynawayê dagir kirin, piştre berê xwe da herêmên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê. Êrişî Dêrazorê, Reqa, Heleb û herêmên Kurdan li Sûriyê kirin. Dewleta Tirk dixwaze van herêman hemûyan dagir bike û tev li axa xwe bike.

Piştî ku artêşa Iraqê li hemberî DAIŞ`ê bi ser ket û DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin diket, dewleta Tirk dîsa lebitî û sala 2016`an baregehek li herêma Başîqa li bakurê Musilê ava kir.

Ruxmî îdiayên dewleta Tirk ku baregeh ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê hatiye avakirin, lê leşkerên artêşa Tirk guleyeke neavêtin çeteyên DAIŞ`ê û DAIŞ`ê jî tu gule ber wan ve neavêt, li gel ku nuqeteyên Iraqê yên cuda rastî êrişên DAIŞ`ê dihatin.

Hêzên dewleta Tirk ên ku derbas bûne û baregeh ava kiriye, bi erêkirina PDK`ê derbas bûn. PDK`ê bi avakirina zêdetirî 20 baregehên leşkerî û istixbaratê li herêmên xwe yên li parêzegehên Dihok û Hewlêrê bû alîkar.

Dewleta Tirk projeya Rêveberiya Xweser a ku li Şengalê pêş dikeve, wek xeteriyekê li ser xwe û planên xwe dibîne. Ev proje ji nakokiya girêdayî herêmên aloz mîna Kerkûk a bi petrolê dewlemend e, dibe çareserî. Ev yek jî dê tevahiya planên dewleta Tirk bi binkevin.

Ji ber wê dem demê herêmê topbaran dike, fermandarên Êzidî bi hinceta PKK`ê ya ku ji zêdetirî salekê ve ji herêmê vekişiye, dike hedef.

Lewre dewleta Tirk dixwaze herêmê kontrol bike yan jî herî kêm projeya demokratîk a li wir têk bibe. Ji ber wê PDK`ê bi kar anî da ku bi hikumeta Iraq re girêdayî kontrolkirina Şengalê bikeve dan û standinan. Armanc, ne ji nû ve avakirina herêmê ye yan jî pêşkêşkirina alîkariyê ji şêniyên ku ji ber komkujiyên DAIŞ`ê azar kişandine û hîna dikişînin.

`LIHEVKIRIN NIYETÊ EŞKERE DIKE`

Dewleta Tirk, hikumeta Iraqê û PDK`ê li ser armancekê li hev kirine, ew jî tunekirina her rêveberiyeke demokratîk li herêmê ye. Ev yek piştî lihevkirina dawîn a di navbera hikumeta Bexdad û hikumeta Hewlêrê de eşkere bû.

Li gorî bendên lihevkirinê, hikumetên Bexda û Hewlêrê bêyî ku vegerin şêniyan li hev kirine ku qayimaqamek ji herêmê diyar bikin.

Li ser asta ewlehî jî, her du aliyan li hev kir ku herêm ji hêla hêzên hevbeş ên her du aliyan ve were parastin. Ew aliyên ku dema DAIŞ`ê komkujî li dijî Êzidiyan pêk dianîn, revîne! Li şûna ku ev alî werin muhesebekirin dîsa ji herêmê re têne şandin!

Bendeke lihevkirinê beşdarbûna aliyê Tirk di dan û standinên navbera Iraq û Başûr de piştrast dike. Ew jî wiha ye: Bidawîkirina hebûna PKK`ê li Şengalê. Tevî ku tê zanîn, PKK`ê Şengal di 13`ê Mijdara 2015`an ji DAIŞ`ê rizgar kir û tev li rizgarkirina Şengalê bû û piştî ku ewlehî li herêmê serwer bû, di Adara 2018`an de tevahiya şervanên xwe ji herêmê kişandin.

Kongreya Civaka Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi daxwaza hikumeta Iraqê û Kurdên Êzidî biryara vekişînê hat. KCK`ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aramiya Şengalê û êdî Êzidiyan xwe bi pirsporane bi rêxistin kiriye.

Fermandarê Gerîla yê Şengalê Egîd Civyan di 11`ê Îlona borî de di şerên bi dewleta Tirk re li herêma Wanê li Bakurê Kurdistanê de şehîd bû. Ev jî îsbat dike ku gerîla vegerîne nuqteyên xwe piştî ku ewlehî li Şengalê serwer bû.

Piştî serdana veşartî ya serokê istixbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan ji Iraqê re û hevdîtina wî bi serokê hikumetê Mistefa Kazimî re berpirsê berê yê istixbaratê, balafirên dewleta Tirk di 15`ê Hezîranê de Şengal bombebaran kir.

li gorî çavdêran, ev lihevkirin di çarçoveya lihevkirina navbera Fîdan û Kazimî de ji bo têkbirina Kurdên Êzidî û rêveberiya wan a xweser pêk tê. PDK`ê jî wek nûnerê dewleta Tirk tev li lihevkirinê bûye.

Şêniyên Şengalê jî bi micîdî vê lihevkirinê red dikin. Di roja ragihandina lihevkirinê de, Êzidiyên Şengalê daketin qadan û lihekvirin şermezar kir.

`PLAN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE JÎ`

Dema mirov lihevkirinê nas bike, dibêje qey tenê li dijî civaka Êzidî û rêveberiya wê ya xweser e, lê ev lihevkirin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya wê ya xweser bi rêya dorpêçkirina wê ji tevahiya aliyan ve dike hedef. Dewleta Tirk her tim hewl dide êrişî herêmê bike.

Partiyên siyasî yên girêdayî PDK`ê, bi komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û sîwana wan a siyasî Îtîlafa Sûriyê re hevkarî dikin. Îtîlafa Sûriyê ji Stenbolê ve li ser astên leşkerî û ragihandinê êrişî Rêveberiya Xweser dike.

Li aliyekî din hêzên Iraqê yên alîgirên Îranê hewl didin Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontorl bikin da ku xeta lojîstîk a di navbera Iraq û Sûriyê de dabîn bikin û herêmên vegerînin bin serweriya hikumeta Şamê.

ANHA