​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Hevgirtina pêkhateyên ewlehiya herêmê parast

Rûspiyên eşîrên kantona Hesekê daxuyand ku bi hevgirtina civakî hemû komplo û planên li dijî herêmê, hatin têkbirin û wiha got: “Bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêm ewletir û bi îstiqrartir bû.”

​​​​​​​Rûspiyên eşîran: Hevgirtina pêkhateyên ewlehiya herêmê parast
14 cotmeh, 2020   01:41
HESEKÊ- OLVA HEC MANSÛR- BOTAN HISÊN

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re li ser cografyekê dijîn. Tevî hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de û ferzkirina çand û zimanê xwe jî, li herêmê biratiya gelan û jiyana hevbeş serwer e.

Pêkhateyên herêmê ku xwe dispêrin têgeha netewa demokratîk û biratiya gelan, karîbûn bajar û gundên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê û rêxistinên din ên terorîst biparêzin.

Pêkhateyên bakurê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, destkeftiyên şoreşa xwe parastin û hemû plan û komployên derve ku gefê li aramî û ewlehiya herêmê dixwin, têk birin.

`BI HEVGIRTINÊ PLAN HATIN TÊKBIRIN`

Serokê meclisa qebîla El-Cebûr a Sûriyê û berdevkê qebîleyê li bajarê Hesekê Fewaz El-Zewbai ji ANHA`yê re behsa girîngiya hevgirtina civakî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku ji berê de li herêmê hevgirtina civakî serwer bû û got: “Ev welatê me hemiyan e.”

El-Zewbai destnîşan kir ku ji ber ku ew alî ji hevgirtin û yekitiya pêkhateyên herêmê ditirsin, hewl didin fitneyê derbixin û aramiya herêmê têk bibin. El-Zewbai wiha domand: “Pêkhateyên herêmê bi hev re şerê terorê kirin. Ciwanên kurd li kêleka ciwanên ereb şehîd bûn. Bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di nav de digirin, hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rizgarkirin.”

El-Zewbai di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji lewra dijminên gelên herêmê hewl dan fitneyê di nava pêkhateyan de derxînin û got: “Me li Dêrazorê dît ku çawa bi hevgirtina civakî ya pêkhateyên herêmê, hemû plan têk çûn.”

BI HEVGIRTINÊ ARAMÎ Û ÎSTIQRARA HERÊMÊ HATE PARASTIN

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe ji êrişên çeteyên DAIŞ`ê û aliyên ku xwestin tevlîheviyê derxînin, parastin. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ku netewa demokratîk ji xwe re bingeh digire, her pêkhateyekê çand û zimanê xwe parast.

Rûspiyê eşîra El-Bo Selah Mihemed El-Salim jî destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mûzaîkeke ji hemû pêkhateyan e, ku hev û du temam dikin. Hevgirtin û hezkirina pêkhateyan ji hev re faktora sereke ya îstiqrar û aramiya herêmê bû.

 ‘ASTENGIYA MEZIN’

Rûspiyê eşîra Omera Mihemed Tahir Namo jî tekez kir ku şêniyên herêmê bi hev di yek xendekê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin û bi serketin.

Namo her wiha daxuyand ku hevgirtina pêkhateyên herêmê astengiya herî mezin a li pêş planên dewleta Tirk bû, ku dagirkirina herêmê û derxistina fitneyê di nava eşîran de armanc dikir. Namo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêm bi ewletir û îstiqrartir bû.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B7PBLyUMKZg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>