Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan

Gundê Um Xêr ê rojavayê navçeya Til Temirê ji demekê de rastî sûcên dewlet Tirk a dagirker tê. Bi wê re jî piranî şêniyên wê koçber bûn, lê yên mayî jî der barê dubarekirina komkujiya 2013’yan metirsîdar in.

Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan
Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan
Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan
Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan
Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan
Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan
Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan
Piştî salekê ji sûcan metirsiyên ji dubarekirina komkujiya 2013’yan
14 cotmeh, 2020   02:23
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ne tenê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê pêk tên, lê belê bi awayekî rojane ew sûc li dijî gundên li ser eniyên şer ên bi ser navçeya Til Temirê ve pêk tên.

Ji gundên ku dem bi dem êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji salekê ve li dijî wan pêk tên, gundê Um Xêr ê rojavayê Til Temirê ya li rex rêya M4 e ku dagirkerî nêzî wê ye.

Ajansa me çû gundê Um Xêr da ku azarên sivlan a salekê li gel hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî wê, bişopînin.

Seed Ehmed Xelîf ji şêniyê gund e wiha got: "Di 14’ê Cotmeha 2019’an de hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştin ber gund, bi wê re jî gelek şênî koçber bûn."

 ‘BI SEDEMA SÛCAN GUND VALA YE’

Gihaştina dagirkerî û çeteyên a ber gund, bû sedema azarên mezin a şêniyên gund û gundên derdorê. Ji ber şêniyan nikarî zeviyên xwe bi sedema hedefgirtina yekser a çeteyan biajon. Ji wê zêdetir jî dest danî ser zeviyên çandiniyê yên gund.

Xelîf wiha domand: "Ne mezin, ne zarok ne jî şêniyên gundê dikarin di mal de bimînin. Gund bi sedema topbarana bimetod û bênavber a dagirkerî û çeteyên wê ve, vala bûye."

‘HERÊMA AŞTIYÊ VEGERÎ WÊRANÊ’

Ji aliyekî din ve jî Umer Semo ji şêniyê gundê Um Xêr e wiha da zanîn: "Beriya gihaştina dagirkerî û çeteyên wê ya ber gund û derbasbûna li herêmê, aştî û ewlehî hebû. Me jiyana xwe bi xwazayê derbas dikir. Lê ew wêran kir û hişt şênî di gelek azarên mezin re derbas bidin."

Semo wiha berdewam kir: "Ez 50 salî me, bi tenê li gund me. Lê malbata min di kampê de ye, bi sedema topbarana domdar nikarin bên gund."

‘METIRSÎ JI DUBAREKIRINA KOMKUJIYA 2013’YAN HEYE’

Çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 2013’yan de li dijî gundê Um Xêr hovantirîn komkujî pêk anîn, di wê demê de 19 ciwanên gund bûn qurban û gund hat şewitandin.

 Semo ji dûbarekirina heman komkujiyê bi destê dewleta Tirk a dagirker ditirse û wiha bi lêv kir: "Nêzbîna çeteyên ji gund ve, ji me re mitirsiya dûbarekirina sînaryoya 2013’yan çêdike."

Semo destnîşan kir ku çete idîa dikin ku ew dixwazin herêmê rizgar bikin, lê belê hedefên wan wêrankirin, koçberkirin, dizîna mal û milkên şêniyan e.

Gundên li eniyên şer bê navber ji aliyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" tên hedefgirtin. Hedefa wan jî valakirin, dagirkirin û pêkanîna guhartina demografî ye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bvZkjtoc1WM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>