Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê, mîhrîcana yekemîn a ciwanan bi navê Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir ya Çand û Werzîşê, li daristana Kobanê li dar xist.

Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve
Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve
Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve
Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve
Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve
Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve
Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve
Li Kobanê mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan li dar dikeve
13 cotmeh, 2020   15:47
KOBANÊ

Mîhrîcan bi boneya salvegera yekemîn a şehîd Bawer Agir li dar ket. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Bawer Agir, di 13’ê Cotmeha 2019’an de di êrişa sala borî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser kantonên Girê Spî û Serêkaniyê de şehîd bûbû.

Qada mîhrîcanê bi wêneyên şehîd, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinan a Ciwan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Em ê teqez bi ser kevin" û "Dema dema azadiyê ye" hat xemilandin. Di mîhrîcanê de bi sedan şênî û ciwanên Minbic û Sirînê amade bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Bahoz Kobanê axivî û got: "Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser kevin. Bi pêşengtiya ciwanan dê asta têkoşîna bilind bikin. Ji ber ciwan dînamîkên civakan in. Ji lew re divê ciwan bi hemû hêza xwe xwedî li vê şoreşê derkevin."

Bahoz Kobanê wiha domand: "Em soz didin şehîd Bawer û tevahî şehîdan dê li ser rêça wan bimeşin û destkeftiyan biparêzin. Divê em hebûna xwe bi berxwedan û israrê li hember dijmin di vê demê de bi taybet bisepînin."

Bahoz Kobanê di dawiyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê kir û wiha bi dawî kir: "Dîroka dewleta Tirk tijî komkujî û dagirkerî ye. Ji lew re rêya me tenê berxwedan e."

Dûvre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbic û Gundewarên wê Mawa Kobanê wiha da zanîn: "Kesayeta şehîd Bawer a şoreşgerî hebû, di parastina gelê Rojava de xebitî, li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da heta gihaşt asta şehadetê."

Mawa Kobanê wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk êrişî gelê Kurd û gelên hewl didin demokrasî û azadiyê pêk bînin dike. Ji ber dixwaze gelê Kurd û fikra rêbertî têk bibe. Ji ber dizane fikra rêbertî çareya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."

Mawa Kobanê di dawiyê de got dê wek ciwan li ser fikir, felsefeya rêbertî û rêça şehîdan bimeşin û li ber xwe bidin û dê tola şehîd Bawer û tevahî şehîdan rakin.

Çalakiyên mîhrîcanê koma stranan a Kobanê û koma Şehîd Star a Şanoyê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Koma Minbic a Dîlanê jî dîlanek li ber stranên gelêrî yên ereb pêşkêş kir, her tîma Minbic a Taykwando lîstokek pêşkêş kir, li aliyekî din jî maçek رoleybol di navbera tîmên Minbic û Kobanê de li dar ket.

Di dawiya mîhrîcan li ber stranên hunermend Mûeyd Şiwêş dîlan hatin gerandin.

(fr)

ANHA