Panela li ser jin û siyaetê vê carê li Şehbayê hate lidarxistin

Di çarçoveya hemleya ku Kongreya Star bi dirûşma"Na ji dagirker û qirkirinê re, em bi hev re parastina jin û jiyanê bikin" de, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) Efrîn-Şehba panelek li Şehbayê li dar xist.

Panela li ser jin û siyaetê vê carê li Şehbayê hate lidarxistin
Panela li ser jin û siyaetê vê carê li Şehbayê hate lidarxistin
Panela li ser jin û siyaetê vê carê li Şehbayê hate lidarxistin
Panela li ser jin û siyaetê vê carê li Şehbayê hate lidarxistin
Panela li ser jin û siyaetê vê carê li Şehbayê hate lidarxistin
13 cotmeh, 2020   15:12
ŞEHBA

Bi dehan endamên sazî û desteyên nivîsgehên jinan a herêma Efrînê beşdarî panela bi sernavê "Rola jinan di xebata çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê de" bûn. Panel li hola Desteya Çand û Hunerê ya navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hat lidarxistin.

Hola bi wêneyên Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, wêneyên têkoşerên dayika Eqîde û Zehra Berkel hat xemilandin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştre berdevka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber bi xêr hatina beşdaran kir û got qurbaniyên jin di dîrokê de hene, rola jinan di civakê de aktîf e, her wiha divê rola wê bi rêya piştevaniya fikrî, moral û belavkirina zanabûnê di nava tevahî jinan de, geşkirin û beşdarbûna wê di çareserkirina aloziya siyasî ya Sûriyê de, hebe.

Mijara yekemîn a panelê, endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Berîvan Elî bi rê ve bir. Berîvan Elî behsa rola jina Sûriyê di dîrokê de kir û wiha got: "Jin ji yek stûnên sereke ya pêşdeçûna civakê ye. Li hember tevahî hewldanên têkbirinê li ber xwe da."

Nîqaş li li ser mijara yekemîn çêbûn û nêrîn hatin girtin.

Piştî mijara yekemîn bi dawî bû, endama Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Dûaa Bozan mijara duyemîn a panelê bi rê ve bir. Di mijara duyemîn de Bêrîvan Elî li ser rola jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berpirsiyên wê di komkirina jinên Sûriyê li ser astên hundir û derve de axivî. Da ku çareyekê ji krîza Sûriyê re bibînin. Ji ber jin dara piştê ya civakê ye. Lê belê 8 astengî hebûn ku nehişt jinan beşdarî çareseriyên siyasî bibin.

Dûaa Bozan behsa astengiyên ku bûne sedema dûrxistina jin û kêmkirina beşdariya wê di tevgera siyasî de û wiha domand: "Paşguhkirina jinan ji nexwendin, nenivîsandinê bûn sedema pêkanîna siyaseta hegamonî û çandî. Ev yek jî dibe sedema çêkirina zihniyet û helwestên mêrdestiyê li dijî jinên siyasetmedar, ferzkirina çavdêriya tund ji hêla desthilatê li ser rêxistinên jinan. Bi wê re jî derfet lawaz dibin û rola wan tenê di jiyana rojane de pêkan e."

Dûaa Bozan destnîşan kir ku bi rêya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin destgirêdayî nema, wateyên nû da berxwdanê û wiha pê de çû: " Wê jî li çareseriya li tevahî Sûriyê deng veda. Bi wê re hat zanîn ku beşdariya jinan di dayîna biryaran de guhartina di berjewendiya giştî de ye. Bê gûman ev guhartin jî girêdayî xebata vegerandina demokratî, rêzdayîna mafên mirovan û têgeha rast a welatîbûnê ye. Ji lew re di aliyên leşkerî, siyasî, dîplomasî û rêxistinî de xebitî û bû çavkaniya hêz di civakê de."

Panel bi nîqaşên li ser astengiyên ku bûbûn sedemên sereke yên nebşedariya tevgera siyasî bi dawî bû.

(fr)

ANHA