Meclisa Til Temirê nameyek radestî hêzên Rûsyayê kir

Meclisa navçeya Til Temirê bang li hêzên Rûsyayê kir ku sozên xwe yên ku bi gelên herêmê re dabû bi cih bîne û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestîne.

Meclisa Til Temirê nameyek radestî hêzên Rûsyayê kir
13 cotmeh, 2020   15:55
HESEKÊ

Bi boneya salvegera yekemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê çalakiyeke li gundê Til Nesrî yê Til Temirê li dar xist.

Di çalakiyê de, ji rûspiyên navçeya Til Temirê Mihemed Tahir Yûnis nameyek xwend û radestî hêzên Rûsyayê yên li herêmê kir.

Di nameyê de hate gotin: "

"Di çarçoveya hebûna hêzên we li herêmên me de û bi lihevkirin û sozên ku we bi gelê me yê li herêmên Rêveberiya Xweser re dabû, me rola erênî ya hebûna we  ji bo selametî û parastina herêmên me ji komên terorîst û dagirkeriya Tirk re nedît. Bi awayekî rojane gund û welatiyên sivîl ên herêmên me têne hedefkirin. Şêniyên me yên li herêmên ku komên terorîst ên ku destka xwe ji dagirkeriya Tirkiyê digirkirine, têne dizîn, talankirin û koçberkirin. Li ser vê yekê em bang li fermandariya Rûsyayê dikin ku daxwazin gelê me û dozên xwe yên ku bi gel re dabûn bi cih bînin.

-Em bang li aliyê Rûsî dikin ku bi me re hevkar be, ku da tevahî xak, bajar û bajarokên ku komên terorîst ên ku desteka xwe ji dagirkeriya Tirkiyê digirin, rizgar bikin ji bo ku koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li warên xwe vegerin.

-Pêkhate û eşîre neyên bikaranîn û bi mijara netewbûnê ya li herêmê neyê lîstin. Ji ber ku ev xizmeta civaka hevgirtî ya Sûriyê nake, lê belê şerê navxweyî gûr dike, xwîna welatiyên sûriyê dirijîne û fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de diafirîne.

-Em bang li Rûsyayê ya dost dikin ku fişarê li hikumeta Şamê bike da ku bi Rêveberiya Xweser re rûnê, ji ber ev yek xizmeta tevahî pêkhateyên herêmê dike û mafên wan di destûra Sûriyê de mîsoger dike.

Daxwazên me ji bo dostê me Rûs, daxwaza gel e, ev daxwaz aramiya herêmê xurt dike û hebûna Rûsyayê li herêmê wekî şirîkê gelê Sûriyê bi taybet Rêveberiya Xweser mîsoger dike.

Piştre name, radestî hêzên Rûsî yên li baregeha Mebaqir a Til Temirê hate kirin.

ANHA