​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Minbicê topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin. Li gorî agahiyan sivîl birîndar bûn.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Minbicê topbaran dikin
13 cotmeh, 2020   13:25
MINBIC

Gundên Um Celûd, Til Seyda, Um Edesa û Dendeniyê yên rojavayê bajarê Minbicê bi çekên giran ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarankirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya bikaranîna mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Şer heta vê kêliyên berdewam e. Li gorî agahiyan hejmarek sivîlên gundên navborî birîndar bûn.

ANHA