Rojnamevan Seed Ehmed li Til Temirê hat bibîranîn

Nûçegihanê ajansa me  (ANHA) Seed Ehmed di salvegera yekemîn a şehadeta we de bi çalakiyekê hate bibînranîn.

13 cotmeh, 2020   13:55
HESEKÊ

Çalakî ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê ve bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê li gundê Til Nesîr yê Til Temirê bi beşdarbûna bi dehan şênî, rojnemvan û malbat û hevalên şehîd Seed Ehmed hate lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre, endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî axivî û şehîd Seed Ehmed û Mihemed Reşo û hemû şehîdên ku êrişên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê de şehîd bibûn, bi bîr anîn.

Piştre daxuyaniya Komîteya Çand û Hunerê hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku têkoşînê di her qadan de mezin bikin û komployên navndetewî vala derxînin û rêgeza neteweya demokratîk têk bibin.

Endamê rêveber ê ANHA'yê Dilşad Cûdî got: "Şehîd Seed berî da bajarê Serêkaniyê da ku rastiya gelê xwe û berxwedana wê ji raya giştî re ragihîne, lê ji aliyê dewleta Tirk a dagirekr û hêzên dijminên mirovahiyê ve hate hedefkirin."

Cûdî destnîşan kir ku hedefkirina rojnamevanan ne tesadufî ye û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker a hedefkirina rojnamevanan rastiya gelê berxwedêr ê herêmê û sûcên xwe veşêrin."

Dilşad Cûdî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîd Seed û hevalên wî da.

Bavê şehîd Seed, Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û got: "Dema em behsa bajarê Til Temir ê biçûk dikin, gotinê têra wesifandinê wê nake. Ji ber ku bi sedan mirov di nav de kurê min Seed di oxira azadiya welatê xwe de canê xwe feda kir."

Şêxmûs, anî ziman ku Seed, Mihemed Reşo û dayika Eqîde û bi sedan şehîd, bûn qurbaniyên sûcên dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Rejîma Tirkiyê beriya salekê li herêmê bû, hewl dide bi hemû rêbazan demografyaya herêmê biguhere û tev li xaka xwe bike."

Çalakî bi stranên şoreşgerî yên komên çand û hunerê yên navçeya Til Temirê dewam kir.

Piştre şêniyan serdana gora şehîd Seed Ehmed kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XCXdm_Sd2_8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>