Hikumetên Bexda û Hewlêrê girêdayî Şengalê li hev kir, lê daxwazên gel…

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku Kazimî bi şandeya hikumeta Başûrê Kurdistanê re girêdayî rewşên ewlehî û îdarî li herêma Şengalê li hev kiriye.

Hikumetên Bexda û Hewlêrê girêdayî Şengalê li hev kir, lê daxwazên gel…
10 cotmeh, 2020   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku Kazimî bi şandeya hikumeta Başûrê Kurdistanê re girêdayî dosyayên îdarî û ewlehiyê li Şengalê li hev kiriye.

Di daxuyaniya nivîsgehê de ev tişt hate gotin: “Qanûn têrê dike ku bingehek ji dewleteke xurt re ava bibe. Xwedî li pirrengiya olî û kêmneteweyan derkeve. Em dev ji vê rêgezê bernadin, ji ber ku bi pêşeroja Iraqê û yekitiya wê ve girêdayî ye. Derengmayîna aramiya Şengalê li ser hesabê şêniyên wê yên ku azar ji DAIŞ`ê kişandin û îro ji zehmetiyan ji ber xebatên xizmetguzarî yên kêm dikişînin.”

Nivîsgehê di berdewama daxuyaniyê de piştrast kir ku hikumeta federal bi koordîneya hikumeta herêmê bi hevkariya şêniyên Şengalê dê roleke sereke di pêkanîna lihevkirinê de bi awayekî rast bilîze da ku bi ser bikeve û wiha domand: "Dabînkirina ewlehiyê li rojavayê Nînawayê ji erkên hikumeta federal e."

Nivîsgekê bal kişand ser xalên lihevkirinê û got: “Lihevkirina ji nû ve vegerandina ewlehiyê ji Şengalê re ji gelek xalên îdarî, ewlehî û xizmetguzarî pêk tê. Li ser aliyê îdarî bi hikumeta herêmê û parêzgeha Nînaweyê re tê lihevkirin. Helbet daxwazên şêniyên herêmê di ber çavan re têne derbaskirin.”

Nivîsgehê wiha domand: “Pêkanîna ewlehiyê ji erkên hikumeta federal bi koordîneya hikumeta herêmê ye. Lê aliyê xizmetguzarî dê ji erka komîteyeke hevbeş di navbera hikumeta federal û hikumeta herêmê û parêzgeha Nînawayê de be. “

Herêma Şengalê Tebaxa 2014`an rastî êrişên çeteyên DAIŞ`ê piştî ku hêzên hikumeta federal ji parêzgeha Nînaweyê û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Şengalê reviyan, hat. Di encamê de komkujî li dijî êzidiyan pêk hatin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ew komkujî bi qirkirina komî wesifand.

Şêniyên herêmê hîna ji encamên êrişên DAIŞ`ê azaran dikişînin. Ji bo rêgirtina li pêşiya dubarekirina mîna wan êrişan, şêniyan Rêveberiya Xweser a ku ji şêniyên Şengalê ava bûye, ragihand.

(şx)