Ermenistan û Azerbêcanê li ser agirbestê li hev kir

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Azerbêcan û Ermenistanê ji îro (şemiyê) nîvro ve ji bo herêma Qerebaxê ku şer lê rû dide, li ser agirbestê li hev kir. Ev yek piştî dan û standinên li Moskovê yên di navbera wezîrên her du welatan de pêk hat.

Ermenistan û Azerbêcanê li ser agirbestê li hev kir
10 cotmeh, 2020   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî dan û standinan daxuyanî da û got: “Agirbest dê ji saet 12:00`ê roja 10`ê Cotmeha 2020`an ve ji bo rewşên mirovî dest pê bike.”

Piştre, berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ji AFP’ê re daxuyand ku dê agirbest ji roja şemiyê nîvro ve dest pê bike.

Lavrov destnîşan kir ku dê di agirbestê de “dîlgirtiyên şer, kesên din û cenazeyên kuştiyan li gorî pîvanên Komîteya Xaça Sor” pev bên guherandin.

Li gorî wezareta Rûsyayê, Ermenistan û Azerbêcanê her wiha li ser destpêkirina “dan û standinên cewherî” ji bo gihîştina çareseriyeke aştiyane ji şerê Qerebaxê re, li hev kir.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyê de wiha got: “Azerbêcan û Ermenistan bi navbeynkariya serokên beşdarî Koma Minsk a girêdayî Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê bûne, bi armanca gihîştina çareseriyeke aştiyane ji bo şerê Qerebaxê, dê dest bi “dan û stnadinên cewherî” bikin.”

Dawiya meha borî ji bo kontrolkirina herêma binakok ku piştî şerê salên 1990`î serxwebûna xwe ji Azerbêcanê ragihandibû, di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de şer dest pê kir.

Her du aliyên şer bangewaziyên li ser hev ên ji bo rawestandina şer, paşguh kirin ku di encama şer de 400 kes û di nav de bi dehan sivîl hatin kuştin. Azerbêcanê jî diyar kir ku ew bi israr in ku herêma ku piraniya şêniyên wê Ermen in, vegerîne.

(cx)