‘Dil ji bîr nake şopa vegera li Serêkaniyê’

Şêwekar Mîdya Emeranî ya ji Serêkaniyê di nava fikar û neqşên xwe de Serêkaniyê wekî jinekê hesab dike, li ser wê jinê çi tundî û dagirkerî tê jî, li ser tabloyên xwe dineqişîne.

‘Dil ji bîr nake şopa vegera li Serêkaniyê’
10 cotmeh, 2020   07:23
QAIMŞLO-SÎMA BIROKÊ

Şêwekara bi navê Mîdya Emeranî ya 27 salî, piştî dagirkirina Serêkaniyê ji neçarî ew û malbata xwe koçî bajarê Qamişlo bûn. Hemû tabloyên wê ji tabloyên şadî û aramiyê veguherîn êş, azar û nearamîyê, tevî wan êşên di tabloyên wê de hêviya vegerê jî bi wan re neqişandiye.

Bajarê Serêkaniyê beriya dagirkeriyê rastî gefan û êrîşan hat û di 22`yê Cotmeha 2019`an de, dewleta Tirk a dagirker bi top û balafiran êrişên dijwar anîn ser erdê Serêkaniyê, ji ber vê yekê bi hezaran sivîl koçî bajar û gundên derdorê bûn.

Beriya dagirkirina dewleta Tirk a dagirker ji Serêkaniyê re tabloyên şêwekar Mîdya li ser tundiya li dijî jinan, biratiya gelan, xweza, yekitiya neteweyî ya kurdî  bûn. Piştî dagirkeriyê hêviya vegerê ew ji fikrên wê yên sereke bû, her wiha pê re jî li ser êşkişandina koçberan, girêdana miletê Serêkaniyê bi erda xwe re û şikandina dijminan e.

Piştî neçarbûna wan li ser koçkirinê, Mîdya û malbat wê ji ber ku bi lez ji gundê xwe derketin li dû xwe 100 tablo hiştin, Mîdya dîwarên mala xwe jî ji neqşandinên xwe bê par nehiştibûn, lê niha tenê 70 tablo ji sala borî ve hetanî vê salê neqişandine.

Şêwekar Mîdya têkildarî girêdana wê bi behreya wê re da zanîn ku şêwekarî jê re hezkirinek bû û bi wê re ew hezkirin mezin dibe.

Mîdya diyar kir ku ew beriya dagirkirina Serêkaniyê beşdarî pêşangeha dibistanê bû û her wiha beşdarî festîvala jinan jî bû û got: "Piştre di 20`ê Nîsana 2019`an de min pêşangeheke taybet vekir, ez bi hêvî bûm ku her sal derbas bibe ez pêşangeheke taybet vekim, lê vê salê derfet çênebû."

Mîdya wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî koçbûna me ji Serêkaniyê,her roj min tabloyek dineqişand, min dîrok jî li ser dinivîsî da ku ger ez rojekê ji rojan vegerim, bibin bîranîneke ji serpêhatiyên min.”

Mîdya da zanîn ku ew bi behreya xwe êşa di nava dilê xwe derdixîne pêş û got: "Ez xwe dibînim wek şervanekî, erê çeka min tune ye, lê ev reng, ev neqişandina ku dikim dibe ku rojekê ji rojan bibe sedem ku ez tiştekî ji axa Serêkaniyê re bikim."

Mîdya da xuyakirin ku ew wek gelê Serêkaniyê her roj li hêviya vegerê ne û got: "Ez li tiştekî xwe digerim, ez dibêjim li cihê min e, ruxmî ku ez dizanim bê çi bi serê wê hatiye ji talanî û wêraniyê, lê ew xweşikbûna wê ew tiştê ku me li dû xwe hiştiye, hîn ew bîranîn di bîra min de ne."

Mîdya wiha bîranînên anîn ziman: "Ne ji bîranînan bûya, bi rastî em ê a niha ne sax bûna, ew bîranîn dihêlin em jiyana xwe derbas bikin, rêya ku em tê re diçûn û dihatin, ew rojên ku me bi hevalên xwe derbas dikirin, ew xweşî, mal û darên me, ew tiştên ku girêdayî me û girêdayî wê axê, di bîra me de ne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cQ87i4WbzU4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>