Rojnameyên erebî: Şewatên li Sûriyê berfireh dibin û Tirkiye hewldanên çareseriya li Qerebax û Lîbyayê têk dibe

Rojnameyên erebî yên îro behsa şewatên li beravên Sûriyê, şerê li Qerebaxê, rewşa Lîbyayê û gelek mijarên din kir.

Rojnameyên erebî: Şewatên li Sûriyê berfireh dibin û Tirkiye hewldanên çareseriya li Qerebax û Lîbyayê têk dibe
10 cotmeh, 2020   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

'AGIR NÊZÎ HIMÊMÎM Û QIRDAHEYÊ DIBE'

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî şewatên li beravên Sûriyê wiha nivîsî: “Duh, careke din agir li gundewarên Humis, Lazîqiyê û Tertûsê yên rojavayê Sûriyê ket. Agir belavî gundên Laziqiyê jî bû ku li wir baregeha Himêmîm a Rûsyayê û bajarê Qirdaheyê (warê rejîmê) hene.”

Çavkaniyekî ji Laziqiyê wiha ragihand: “Agir bi zêdetirî 25 malan û bi sedan donimên erdên çandiniyê ket. Gelek sivîl koçber bûn û bi dehan ji wan ji ber şewatê birîndar bûn. Ji ber ba, şewat her ku diçe belav dibe.”

Şahidên ji Qirdaheyê (cihê jidayikbûna Esed û malbata wî) ji dezgehên çapemeniyê re ragihand ku beriya derketina şewatê wan kesên rûpêçandî yên li ser motorsîklêtan dîtine. Wezareta Edilê jî got: “Vê dawiyê agir zêdetir bû. Xuya ye ku ev yek an bi zanebûn, an jî ji ber paşguhkirin û xemsariyê pêk tê.”

Serokê Yekitiya Cotkaran a Lazîqiyê jî diyar kir ku “aliyên veşartî li pişt şewatan hene.”

QEREBAX… HEWLDANÊN RÛSYA-FRANSAYÊ YÊN BIDAWÎKIRINA ŞER RASTÎ DESTWERDANÊN TIRKIYÊ TÊN

Girêdayî şerê Qerebaxê jî, rojnameya Nehar a Lubnanê wiha nivîsî: “Li gorî ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê piştî dan û standinên li Moskovê yên di navbera her du wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbêcanê de, her du welatan li ser agirbestê ji roja şemiyê ve li herêma Qerebaxê ku şer lê rû dide, li hev kir.”

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî dan û standinan daxuyanî da û got: “Agirbest dê ji saet 12:00`an a roja 10`ê Cotmeha 2020`an ve ji bo rewşên mirovî, dest pê bike.”

Rojnameya Ereb jî diyar kir ku hewldanên Rûsya-Fransayê yên rawestandina şer rastî destwerdanên Tirkiyê hatin û wiha nivIsî: “Daxuyaniyên serokê parlemana Tirkiyê li gorî daxuyaniyên berdevkê serokatiyê Îbrahîm Kalin in, ku roja înê ve pêşbîn kiribû heke “dagirkeriya Ermenistanê” li Qerebaxê bi dawî nebe, dê hewldanên koma Minsk (Rûsya, Fransa, Brîtanya) vala derkevin."

Pêşbîniyên parlamanterê Tirk ên têkçûna civîna Koma Minsk ne bi hêviyên navneteweyî re li hev nayên, ku aliyên navneteweyî hêvî dikin ku Azerbêcan û Ermenistan li ser agirbestê li hev bikin û dest bi dan û standinên cidî bikin. Helwesta Tirkiyê ya li ser ihtîmalên têkçûna civînê nîşan da ku helwesta herî tûj e.

`TIRKIYE BERÊ FERMANDARÊN WÎFAQÊ DIDE GURKIRINA ŞERÊ LÎBYAYÊ`

Rojnameyên erebî her wiha rewşa Lîbyayê jî dît û di vê derbarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Çavkaniyekî ji fermandariya artêşa Lîbyayê piştrast kir ku agahiyên li ser tevgerên leşkerî yên hêzên çekdar ên ji bo pêkanîna êrişan li dijî bajarên li rojavayê welêt, ne rast in.”

Rojnameya Ereb jî diyar kir ku nîşaneyên nû yên zêdekirina rageşiyê ji aliyê hikumeta Wîfaqê ve xuya dikin û wiha nivîsî: “Xîtaba şer û tevgerên leşkerî yên mîlîsên hikumeta Wîfaq a Lîbyayê ji nişka ve, zêde bûn. Her wiha nîşaneyên ji nû ve tevgerkirina aliyên şer xuya dikin, ku dê aramiya baldar a ji dema agirbestê di 21`ê Tebaxa borî ve ya di navbera meclisa serokatiyê ya hikumeta Wîfaqê û parlemana Lîbyayê de, xerab bike.”

(cx)