Balafireke bêpîlot a bombebarkirî ku ber bi Erebistana Siûdî ve diçû ket xwarê

Koalîsyona Ereb îro ragihand ku balafireke bêpîlot a bombebarkirî ku koma Ensarellah a Hûsiyan a alîgirên Îranê ber bi Erebistana Siûdî ve şand, bê bandor kir.

Balafireke bêpîlot a bombebarkirî ku ber bi Erebistana Siûdî ve diçû ket xwarê
10 cotmeh, 2020   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Hêzên Koalîsyona Piştgiriya Yemenê efser Turkî El-Malikî diyar kir ku hêzên koalîsyonê yên hevbeş balafireke keşfê ya ku koma Ensarellah a Hûsiyan “ji bo hedefgirtina sivîlan” şandiye herêma başûr, rûxand.

Di demeke berê de, Koalîsyonê ragihandibû ku wê “êrişeke terorîstî” ya Hûsiyan li başûrê Deryaya Sor têk biriye.

El-Malikî destnîşan kir ku gefên komên Hûsiyan li dijî xetên barkêşiyê û bazirganiya cîhanî li başûrê Deryaya Sor û Tengava Bab El-Mandab, berdewam in.