Şêniyên Helebê: Hedefa Tirkiyê talankirina xêr û bêrên herêmê ye

Şêniyên Helebê got hedefa dewleta Tirk a dagirker çewisandina dîroka gelên herêmê û talankirina xêr û bêrên wê ye, ew jî bi rêya rêzesûcên wê ji guhartina demografî ye. Her wiha şêniyan bang li xwediyên biryaran kir ku bi lez ji bo xeteriyên dewleta Tirk a terorîst li herêmê tevbigerin.

Şêniyên Helebê: Hedefa Tirkiyê talankirina xêr û bêrên herêmê ye
10 cotmeh, 2020   06:33
HELEB-HENEN MIHEMED-MIHEMED EBDO

9’ê Cotmehê salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê jı aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye.

Di vê salvegerê de, şêniyên Helebê hêrsa xwe ji sûcên dermirovî yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kurdan û şêniyên herêmê raber kir.

Girêdayî mijarê, jina ciwan a bi navê Ceylan Mistefa wiha got: "Hedefa dewleta Tirk ji armancgirtina Serêkaniyê û herêmên Kurdnişîn xebata çewisandina dîroka gelê Kurd e."

Ceylan Mistefa wiha domand: "Siyaseta dewleta Tirk a dagirker di vê derbarê de nehatiye guhartin û nayê guhartin jî. Di êrişên xwe yên li dijî Efrînê de cihên dîrokî hedef girtin, ew yek jî parçeyek ji siyaseta guhartina demografîk e."

Li aliyekî din jî Fariz Şeref wiha da zanîn: "Êrişên dewleta Tirk ji Kobanê heta bi Efrîn, Serêkaniyê û piştre Heftanînê pêk hatin, ev jî bi hedefa guhartina demografî ye."

Şeref sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên wan herêman bi sûcên kirêt û hovane yên li dijî tevahî mirovahiyê wesif kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’yê kir ku dest tê werdin û van sûcan rawestînin.

Şêniya bi navê Fatme Mihemed jî destnîşan kir ku ew wek şêniyên Kurd ên li Sûriyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî wan li xakên dagirkirî û talankirina xêr û bêrên welat, şermezar dikin.

Fatme Mihemed bang li dewletên cîhanê kir ku bi lez destwerdanê bikin û sînorekî ji sûc û kiryaran re deynin.

Ciwanên bi navê Dilovan Hemo jî wiha bi lêv kir: "Dewleta Tirk a dagirker xêr û bêrên gelan talan dike û destwerdanê li kar û barên wan dike, her wiha mîsaqa navneteweyî binpê dike. Sûca dawî jî şerê li dijî Ermenistanê ye da ku careke din komkujiya li dijî birayên ermenan pêk bîne."

Hemo di dawiyê de îşaret pê kir ku dîrok şahidê sûcên dewleta Tirk ji komkujiyan e. Ji lew re divê cîhan sînorekî ji van komkujiyan re deyne.

(fr)

ANHA