'Şoreşa Rojava ji yek berhemên têkoşîna rêber Ocalan e'

Gelek welatparêzên ku bi rêber Abullah Ocalan re rûniştine, destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî, bi armanca hedefgirtina fikrên wî û doza gelê Kurd bû. Her wiha banga bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya rêber Ocalan kir.

'Şoreşa Rojava ji yek berhemên têkoşîna rêber Ocalan e'
10 cotmeh, 2020   05:52
ŞEHBA-CAFER CAFO-XANDÎ ELO

9’ê Cotmehê salvegera 22’yan a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Bi rasthatina salavegera 22’yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, hejmarek ji şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê yên bi rêber Ocalan re di demeke berê de rûniştine, komplo şermezar kir û banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê kir.

Şêniyê bi navê Fewazî komplo şermezar kir û bang li gelên azadxwaz kir ku têkoşîna ji bo azadiya rêber Ocalan bilind bikin. Her wiha Mistefa rihê hevgirtin, yekitî û biratiya gelan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hevgirtin li gorî rêgeza biratiya gelan a ku xwe dispêre fikra rêbertî, heye."

Mistefa wiha domand: "Divê em wek gel rojane xwepêşandan, meş û protestoyan pêk bînin û bang li azadiya rêbertî û serbestberdanê bikin."

Ji aliyekî din ve jî şêniya bi navê Rebîa Weqas li ser hedefên komploya li dijî rêber Ocalan axivî û wiha berdewam kir: "Hedefa komploya ku tevahî dewlet beşdarî bûne, çewisandin û têkbirina fikra rêbertî ye. Ji ber bi milyonan Kurd û ji bilî wê pêkhateyên din xwedî li vê fikrê derdikevin."

Rebîa Weqas destnîşan kir ku dîlgirtina rêber Ocalan di girtîgehê de sûdê li komplogeran nake. Ji ber fikra wî belav bû û êdî tu hêz nikare bisekinîne. Şoreşa Rojava jî yek ji berhemên têkoşîna rêbertî ye."

Şêniyê bi navê Hesen Berko gotineke rêber Abdullah Ocalan dema rêbertî di 1991’an de civîn ji gel re li dar xistiye de bi bîr xist ku rêbertî wiha got: "Dijmin hûn ji min dizîn û min jî hûn ji dijmin dizîn." Berko wiha pê de çû: "Rêbertî bi vê gotina xwe xwest ku me bi bîr bîne em di xeweke giran de ne û di bin bandora dijmin de ne. Lê belê bi hatina xwe wî em zana û ji wê xewê rizgar kirin. Me hîs kir ku em çiqas di koletî, zilm û înkarê de ne."

Berko gel ser têkoşîna ji bo azadiya rêbertî hişyar kir û wiha da zanîn: "Me bi mafên rêbertî pir kêmasî kirine, em têkoşînê bi temamî ji bo azadiya rêbertî, pêk naynin."

Li dawiyê jî şêniyê bi navê Mihemed Neiso bi lêv kir ku tevahî dewletên mêtînger li ser mijara bidawîkirina doza Kurd bi hev re ne, her wiha gelên azadîxwaz komploya navneteweyî red dikin. Neiso wiha bi dawî kir: "Gelê Kurd, gelên herêmê û cîhanê ew komplo şermezar kir. Li tevahî Ewropa, Rojhilata Navîn û Kurdistanê xwepêşandan li dar xistin. Ji ber rêbertî ji bo azadiya gelên bindest têdikoşe, ji bo belavkirina aştiyê li cîhanê têdikoşe. Lê belê komplo ji bo tasfiyekirina PKK’ê û têkbirina fikra rêbertî pêk hat."

(fr)

ANHA