'Tirkîkirin bi hewldana asîmîlekirina gelê Kurd e'

Endamê Dîwana Desteya Rûspiyên Eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hedefa dewleta Tirk ji tirkkirina herêmên dagirkirî, asîmîlekirina gelê Kurd û qutkirina xaka Sûriyê ye, her wiha banga lêpirsînkirina dewleta Tirk li ser sûcên pêk anîne, kir.

'Tirkîkirin bi hewldana asîmîlekirina gelê Kurd e'
10 cotmeh, 2020   05:52
HESEKÊ-BOTAN HISÊN-OLVA HAC MENSOR

Sûc, kiryar û komkujiyên dewleta Tirk roj bi roj tên sepandin ku ew siyaseta mezinên xwe yên Osmanî pêk tîne. Hedefa wê xwînrijandina sivîlan û dagirkirina welatan e.

Dewleta Tirk a dagirker gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin. Ji dema dagirkirina wê de, çawa li Lîwa Iskenderon a Sûriyê di 1939’an de kiriye, siyasetên cihêreng û bimetod pêk anîne, dimeşîne. Bi rêya rakirina ala tirkî, perwerdeya bi zimanê tirkî, dan û standina bi lîreya tirkî xebata tirkkirina herêmê dike. Da ku Mîsaq Millî pêk bîne.

ASÎMÎLEKIRINA GELÊ KURD

Endamên Dîwana Desteya Rûspiyên Eşîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo da zanîn ku hedefa dewleta Tirk ji tirkkirina herêmên ku dagir kirine, mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ew e ku gelê Kurd asîmîle bike, erdnîgariya herêmê derbe bike, parçeyên zêde ji xaka Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike.

MUHASEBEKIRINA TIRKIYÊ

Sûc û kiryarên li herêmên dagirkirî yên li Bakurê Sûriyê pêk tên, bi fermana dewleta Tirk bi xwe ye. Ew jî bi rêya komên çete yên yekser girêdayî MÎT’a Tirk pêk tên. Armanc ji vê da ku serweriya xwe li herêmê bikin û piştre tev li xaka Tirkiyê bike.

Xelo destnîşan kir ku tevahî kiryar û sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, ji guhartina demografî û pevgerîna lîreya sûrî bi ya tirkî divê bên lêpirsînkirin û wiha domand: "Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, divê ew û çeteyên wê bên lêpirsînkirin. Ala Tirkiyê li xaka Sûriyê li ba dibe. Ew berpirsê tevahî sûcên li herêmên dagirkirî ye. Tu hincetên wê der barê vê yekê de tune ne."

HEDEFGIRTINA KURDAN

Hekem Xelo diyar kir ku sûcên li dijî kurdan ên li tevahî Kurdistanê, bi hewldana ji dewleta Tirk de ji bo rêgirtina li pêş azadiya gelê Kurd e û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk gelê Kurd ê xwedî maf li her çar parçeyên Kurdistanê hedef digire. Destkeftiyên Rojava derbe dike, her wiha pergalên li Başûr hatine damezrandin û berxwedana berdewam a li Rojhilatê Kurdistanê jî derbe dike."

Endamê Dîwana Desteya Rûspiyên Eşîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk tevahî derfetên xwe û hêza xwe ya leşkerî ji bo berfirehkriina xaka xwe li ser hesabê gelên dîtir ên li herêmê bi kar tîne, bi taybet piştî damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SRWr88JEL0w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>