ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 10-2020`AN
9 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Minbic û herêma Firatê ji bo piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan di salvegera 23'yan a komploya navnetewî de, çalakiyekê li nêzî Pira Qereqozaqê ya rojhilatê çemê Firatê li dar dixe. Saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçe û bajarê Qamişloyê li dijî komploya navneteweyî û tecrdîkirina Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan têne lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Rêveber ê Komîteya Azadiya Rêbertî Diyar Yûsiv diyar kir ku xwesteka azadiya rêber Abdullah Ocalan ne tenê li ser milê gelê Kurd e, lê belê li ser gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye jî û wiha got: "Bi rizgarkirina rêbertî re şer bi dawî dibe, aştî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya valakirina kampa Holê ji koçberên Sûriyê, Bedran Çiya Kurd diyar kir ku derxistina ji kampê wê bi dilwazî be û got, ew ê bi welatên ku dixwazin hemwelatiyên xwe vegerînin re hevkar be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çolistana Sûriyê, ji çeteyên DAIŞ`ê re bûye stargeheke ewle. Piştî ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û artêşa Iraqê ve hatin tunekirin. Lê gurbûna şer dem bi demê û hejmara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê gelek pirsan didin pêş; gelo êdî Şam û hevalbendên wê yên Rûs û Îran nikarin wê tune bikin an jî tiştekî din li wê çolistanê tê nexşekirin? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek welatparêzên ku bi rêber Abullah Ocalan re rûniştine, destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî, bi armanca hedefgirtina fikrên wî û doza gelê Kurd bû. Her wiha banga bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya rêber Ocalan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Dîwana Desteya Rûspiyên Eşîrên a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hedefa dewleta Tirk ji tirkkirina herêmên dagirkirî, asîmîlekirina gelê Kurd û qutkirina xaka Sûriyê ye, her wiha bang li lêpirsînkirina dewleta Tirk li ser sûcên pêk anîne, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Helebê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze dîroka herêmê biçewisîne û xêra wan talan bike. Şêniyan banga girtina biryareke cidî li dijî xeteriya dewleta Tirk a li herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku krîza li Sûriyê bi tenê dikare bi rêyên siyasî were çareserkirin û got “Bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mimkun e ku li Sûriyê çareserî çêbe. Projeya ji nû ve avabûna Sûriyê bêyî me ne mimkun e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Azad Ebdî piştrast kir ku hemleya qirkirin siyasî ya ku dewleta Tirk li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dide meşandin li dijî qanûna navneteweyî ye. Ebdî bang li hiqûqnas, siyasetmedar û gelê Rojava kir ku piştgiriya girtiyên vê hemleyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA