Li Beyrûtê depoyeke mazotê teqiya: Birîndar hene

Li herêm Terîq El-Cedîda ya paytexta Lubnan Beyrûtê, ji ber teqîna depoyeke mazotê hejmarek kes birîndar bûn.

Li Beyrûtê depoyeke mazotê teqiya: Birîndar hene
9 cotmeh, 2020   19:11
BEYRÛT

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di firiniyekê li qada Ebû Şakir a herêm Terîq El-Cedîda ya paytexta Lubnan Beyrûtê de, depoya mazotê teqiya. Ji ber şewata derketî hejmarek kes birîndar bûn.

Piştî teqînê yekser erebeyên parastina sivîlan birîndar û niştecihên malên wan nêzî cihê teqînê rakirin.

Şahidan ji ANHA'yê re diyar kirin ku teqîn mezin bû û tevahî herêm hejand.

Tîmenên parastina sivîlan vemirandina şewatê didomînin.

ANHA