Li herêmên hikumeta Şamê 50 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 50 kesên din li Sûriyê bi şewba vîrusa koronayê ketine û 3 jî mirin.

Li herêmên hikumeta Şamê 50 kesên din bi koronayê ketin
9 cotmeh, 2020   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, di 24 saetên dawî de 50 kesên din li Sûriyê bi vîrusa koronayê ketin û 3 kes jî mirin.

Wezaretê got, li Sûriyê hejmara giştî ya nexweşên vîrusa koronayê bû 4 hezar û 616 û hejmara miriyan jî bû 218'an.