Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê

Piştî salekê ji dagirkirina katona Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, encamên bi tehlûke û gelek zirar di hemû aliyan de pêk hatin. Hevserokê Kantona Girê Spî bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku koçber bi ewlehî vegerin bajar û gundên xwe.

Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
Girê Spî..piştî salekê encam û zirarên bi tehlûke yên dagirkeriyê
9 cotmeh, 2020   01:31
EYN ÎSA

Di ser êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re salek derbas bû. Êriş di 9`ê Cotmeha sala par de pêk hat û di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên wê hatin dagirkirin.

Îsal, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên wekî kuştin, koçberkirin û talankirina milkan û gelek kiryarên li dijî qanûn û rêgezên navneteweyî der heqê sivîlên herêmên dagirkirî de pêk anî.

Meclisa Kantona Girê Spî ku navenda xwe li Eyn Îsayê ye kiriyarên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî sivîlan, belge kir.

`NÊZÎ 100 HEZAR KES JI GIRÊ SPÎ Û GUNDEWARÊN WÊ KOÇBER BÛN`

Nêzî 100 hezar kes ji kantona Girê Spî û gundewarên wê û gundên rojava û rojhilatê Eyn Îsayê koçber bûne. Ji wan 3 hezar û 531 koçber di kampa li nêzî bajarokê Til Semin de hatin bicihkirin, ên mayî jî li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wan hatin bicihkirin.

Di aliyê ziyanên madî ku gihîştine milkên sivîlan jî, meclisê belge kir ku di mewsima çinînê de çeteyan bi awayekî yekser an jî bi topan erdên çandiniyê kir hedef û zêdetirî 63 hezar donim erd şewitandin.

`113 MAL HATIN RÛXANDIN`

Ji ber topbarana bê ser û ber û carna ji ber rûxandina bi zanabûn, 113 malên kantonê û gundewarên wê hatine rûxandin. Her wiha 25 malên gundê Şergirakê û 48 malên gundên girêdayî bajaroka Cirinê bi traksan hatin rûxandin. Malên din ên hatine rûxandin jî li gundên Eyn Îsayê û navçeya Silûkê ne.

`43 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA Û 31 BIRÎNDAR BÛN`

Ji ber topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên ser bi wê ve, bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî serjimariyan, ji ber êrişên Tirkiyê û çeteyên wê 43 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 31 jî birîndar bûn. Her wiha gelek bûyerên revandin û binçavkirina ciwanên kantonê hatin belgekirin, ku ji wan navên “Yasîn Mihemed, Mihemed Beşîr Himêdî, Cûma Îbrahîm û 3 birayên bi navên Fûad, Tariq û Hadî Ebdulkerîm El-Şêx” hatin nasîn.

Dagirkeriyê bi rêjeyeke mezin bandor li perwerdeyê jî kir. Dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê bi awayekî yekser dibistan kirin hedef û li 288 dibistanên li herêmên hatine dagirkirin çalakiya perwerdeyê hate rawestandin. Her wiha 11 dibistan hatin rûxandin û 40 dibistan veguherandin nuqteyên leşkerî. 20 dibistanên li herêmên Rêveberiya Xweser jî ji ber hedefgirtina çeteyan ji gundên ku ew dibistan lê ne, hatin girtin.

Ji ber rawestandina van dibistanan ji 38 hezar û 750 xwendekarên kantona Girê Spî zêdetirî 20 hezar xwendekar û 5 hezar xwendekarên li herêmên li ser xetên şer, ji perwerdeyê mehrûm bûn.

`CIHÊN DÎROKÎ HATIN RÛXANDIN Û TALANKIRIN`

Yek ji armancên dagirkeriyê jî îmhakirina nasnameya gelên herêmên ku dagir kiriye. Dewleta Tirk a dagirker gelek cihên dîrokî yên kantonê wekî Girê Dehlîz ê navçeya Silûkê, Girê Sahlan ê dîrokî yê gundê Xirbet El-Riz û du cihên dîrokî ên gundê Hemam Turkmen (Medîne Far, Sebî Ebyad), rûxand û talan kir.

Bi armanca birçîkirina şêniyên herêmê, dagirkeriya Tirk 20 hezar ton berhemên li depoyên Dehlîz û Sexrat, talan kir. Her wiha depoyên Xefiya El-Salim ên gundê Qizelî ku tê de genimê bi dehan gundên herêmê dihat depokirin, bi temamî ji xizmetê derxist.

Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hembarî van sûc û binpêkirinên der heqê sivîlên herêmên dagirkirî, dengê xwe dernaxin.

Di vê derbarê de hevserokê Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bang li civaka navneteweyî kir ku tevbigerin û zextê li Tirkiyê bikin ku bi awayekî sistematik siyaseta tirkkirinê li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî dimeşîne, da ku koçber bi ewlehî vegerin bajar û gundên xwe.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J-IBdj73nf0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>