ꞌRêber Abdullah Ocalan ji bo gelê bindest ê li Rojhilata Navîn de minare yeꞌ

Kesayetên welatparêz ên Dêrikê diyar kirin ku êdî her kes dizane ku hêviyên gelên bindest ên di Rojhilata Navîn de rêber Abdullah Ocalan e, ji ber vê yekê dewlet û sîstemên kapîtalîst bi tevahiya rêbazan hewldana têkbirina şoreşa exlaq, zanist û wijdanê dike.

ꞌRêber Abdullah Ocalan ji bo gelê bindest ê li Rojhilata Navîn de minare yeꞌ
9 cotmeh, 2020   02:19
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

9`ê Cotmehê salvegera 22`emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û di vê der barê de kesayetên welatparêz ên ji bajarê Dêrikê axivîn û diyar kirin ku bi pênasekirina fikir û felsefeya rêbertî ji cîhanê re komplo vala derdikeve, li gel vê yekê divê civak xwe li ser bingeha Neteweya Demokratîk a ku rêbertî pê bang kiriye ava bikin û di nava pêkhateyan de jiyana hevbeş û aştiyane misoger bibe.

Nayif Hesen ji bajarê Dêrikê û bavê Şehîd Xabûr Dêrik ê ku 2014`an li kantona Efrînê gihaşt asta şehadetê axivî û got ku 9`ê Cotmehê 22`mîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye, ji ber dewlet û sîstemên kaplîtalîst di şexsê rêber Abdullah Ocalan de xwestin gelê Kurd û Tevgera Azadiyê têk bibin.

Nayif Hesen destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya ku dewlet û sîstemên kapîtalîst beşdarî wê bûne, gelê Kurd dike armanc ji ber doza kurdî bi Tevgera Azadiyê re derbasî qonaxeke nû bûye.

Nayif Hesen destnîşan kir ku sîstemên kapîtalîst û dewletên Kurdistan dagir kirine piştî gelê Kurd bi rêya felsefeya rêbertî mafên xwe nas kirin û derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê bû, di şexsê rêber Abdullah Ocalan xwestin Tevgera Azdiyê têk bibin.

Nayif Hesen got ku tiştên ku rêbertî û Tevgera Azdiyê dane avakirin hindekî komplo vala derxist, lê tevî ku komplo berdewam in negihaştine armancên xwe, ji ber gelê Kurd li seranserî cîhanê serî hildane û bi yekdengî gotin, "Tu kes nikare roja me tarî bike." Her wiha bi dehan kes agir bi bedena xwe xistin.

Nayif Hesen diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ne di asta têkbirina komployê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Tevgera Rizgarî û gelê Kurd ne li gorî xweseteka rêbertî xwe bi rêxistin dikin û vê komployê bi temamî ji holê rake, lê heke gelê Kurd felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji xwe re esas girt dê dawî li komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî û mafên gelê Kurd bîne."

ꞌŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BERHEMEKE JI BERHEMÊN FELSEFEYA OCALAN Eꞌ

Hesen Hemza diyar kir ku dewlet û sîstemên kapîlatîst di wê baweriyê de bûn ku bi dîlgirtina rêbertî û radestkirina ji dewleta Tirk re dê dawî li fikir û felsefeya rêbertî bînin, lê bi hezaran kes fikirê rêbertî ji xwe re kirin bingeh û li tevahiya cîhanê belav bû.

Hesen Hemza got ku tevahiya pêkhateyan tev li nava Tevgera Azadiyê bûn, ji ber fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan banga rizgarkirina mirovahiyê pêk ve dike û tevî ku rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de jî lê serî ji desthilata Tirkiye re netewand.

Hesen Hemza di berdewamiya axaftina xwe de ev yek destnîşan kir: "Piştî rêbertî hate girtin dema xwe ji fikir û felsefeyê re veqetand, gelek parêzname û pirtûkên nivîsand û banga belavkirina felsefeya Neteweya Demokratîk dikir. Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemek ji berhemên vî fikirî ye."

Hesen Hemza da zanîn ku valaderxistina komployê divê ji cîhanê re fikir û felsefeya rêbertî baş were pênasekirin û xwe li ser bingeha Neteweya Demokratîk a ku rêbertî pê bang dike ava bikin û di nava pêkhateyan de jiyana hevbeş û aştiyane were misogerkirin.

ꞌOCALAN GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ KIRIYE MINAREYA FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎKꞌ

Fatima Hesen komploya navneteweyî ya ku dewlet û sîstemên sermeyedar pê rabûbûn şermezar kir û wiha pê de çû: "Armanca vê komployê ew e ku gelê Kurd dûrî rêbertî bixin, lê belê gelê cîhanê xwe li ser bingeha felsefeya rêbertî ava kir, nexasim gelê bindest."

Fatima Hesen bi lêv kir ku rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye qublegeha belavkirina fikir û felsefeya Neteweya Demokratîk.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Abdulezîz jî axivî û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ji bo rêberê mirovahiyê û rêberê gelê bindest bi "reşiyê" wesif kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Di Rojhilata Navîn de êdî her kes dizane ku rêber Abdullah Ocalan qublegeh û hêviya gelê bindest e, ji ber vê yekê dewlet û sîstemên kapîlatîst bi hemû rêbazan hewl didin şoreşa zanistî, wîjdanî û exlaqî ya ku jixwe re esas girtiye têk bibe."

Mihemed Abdulezîz ev yek li gotina xwe zêde kir:"Dewletên kapîtalîst ji bo komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd ku di şexşê rêber Abdullah Ocalan de pêk anîn, li hev kirin û em baş dizanin ku rêbertî di aliyê fîzîkî de di girtîgehê de ye lê bi fikir û felsefeya xwe azad e."

Mihemed Abdulezîz destnîşan kir ku dîroka kevn û nû dibine şahid ku ji bo gelê bindest û banga azadiya wan kesên mîna rêber Abdullah Ocalan derneketine, ji ber tenê rêbertî fikir û felsefeya azadiyê daye civaka xwe. Pirtûkên mîna; Çawa bijîm, Jin û Malbat û analîzên der barê kesayetê, Şaristaniya Demokratîk û Parastina Gelekê derhêrandiye, li gel vê yekê ji bo parastina nirxên mirovahiyê û gelên azadîxwaz bi ciwanan dest pê kir û bi yekdengî gotin: "Bê serok jiyan nabe."

Abdulezîz di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevahiya komplo û planan nikarin vîna gelê Kurd bişkînin, ji ber rêbertî ji bo gelê Kurd û gelên li ser xaka Mezopotamyayê dijî dibistana fedekariyê ava kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7qwhrHHReh8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>