Lavrov nûnerekî taybetî ji bo Sûriyê erkedar kir

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, serokê Daîreya Rojhilata Navîn di Wezareta Derve de, Alexander Kinshak wekî nûnerê xwe yê taybet ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê wezîfedar kir.

Lavrov nûnerekî taybetî ji bo Sûriyê erkedar kir
8 cotmeh, 2020   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Kinshak (di sala 1962 de ji dayik bû), di navbera 2014 û 2018 de balyozê Rûsya li Şamê bû. Di dawiya 2018 dewezîfeya Serokê Daîreya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkaya Bakur girt.

Beriya wê li sefareta Rûsya ya li Bexdayê kar kir û di navbera 2008 -2013'an de balyozê Rûsya li Kuwêtê bû.