​​​​​​​Emîne Osê: Însiyatîfeke giştî li dijî destwerdana dewleta Tirk divê

Emîne Osê bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk û got faşîzma Tirk a Tûranî û îslama siyasî ya radîkal di her welatekî de ji bo kûrkirina aloziyan hewl dide û got divê were fêmkirin ku fobiya dewleta Tirk ne tenê li hemberî gelê Kurd e.

​​​​​​​Emîne Osê: Însiyatîfeke giştî li dijî destwerdana dewleta Tirk divê
9 cotmeh, 2020   00:18
REQA – CÎHAN BÎLGÎN

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê tekildarî yekemîn salvegera dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê got: “Destdirêjiya dewleta Tirk her ku diçe fireh dibe. Li dijî vê dive însiyatifêke giştî ya kurdî, erebî û neteweyî bê avakirin.”

Emîne diyar kir ku bi êrişên dagirkirinê re sîstema neteweya demokratîk hat hedefgirtin û got: “9 Cotmehê de êrişêk gelek giran hat kirin. Beriya êrişan gel di herêma Serêkaniyê û Girê Spî bi rengekî xweser dijiyan û pirsgirêkê xwe çareser dikirin. Wek her herêmêke Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî û ewlekarî lê hebû. Lê bi êrişên 9 Cotmehê re sîstema demokratîk a gelan li van bajaran hedef hat girtin. Bi êrişan re bi dehan kesên sivîl hatin kuştin, revandin, tecawizkirin. Hovîtiya herî mezin ku li pêşiya raya giştî ya cîhanê pêk hat, bi awayekî hovane qetilkirina sîyasetmendera Kurd Hevrîn Xelef bû. Di heman demê de jinên Kurd ên ku saziyên sivîl, civakî û tenduristî de kar dikirin, bûn qurbaniyên van êrişan. Gelê me neçarî koçberiyê bû, lê ev derûniya koçberiyê vîna gelê me zeîf nekir. Heya niha jî bi israra ku vegera axa erdê xwe, di nav têkoşînê de ne.”

‘BI ŞEHADETA DESTPÊKÊ RE ARMANCA XWE EŞKERÊ KIRIN’

Emînê Osê bal kişand ser berdewamkirina hişmendiya DAIŞ’ê li warên dagirkirî û got: “Cara yekem di dîroka Sûriyê de jinan karîbû di herêmê de xwe bi rêxistin bike û pêşengiyê bikin. Ev bû hedefa dagirkeran û siyasetmendera Kurd Hevrîn Xelef û yadê Aqîde bi vî şeklî hatin şehîdkirin. Çawa herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, yekser çanda DAIŞ’ê pêk anîn ku serçavê jinan girtin, derketin derve û karkirina jinan qedexe kirin û çavên wan ji azadiyê re girtin. Me rizgarkirina hemleya dawî ya Baxozê re jî anî ziman ku DAIŞ tene leşkerî tune bû. Lê di aliye hişmendiyê de hîn zindî ye. Di êrişên dawîn de jî dewleta Tirk rih da DAIŞ’ê.”

Emîne destnîşan kir ku dewleta Tirk di aliyekî de hem faşîzma Tirk a Tûranî hem jî îslama siyasî ya radîkal di her welatekî de ji bo kûrkirina aloziyê bi pêş dixe.

Emîne got: “Bi dagirkirinê re êriş ranewestiyan. Ji roja aloziya Sûriyê destpê kiriye heya niha û yê ku dibe sedema kurkirina aloziyê destdirêjiya dewleta Tirk a dagirker e. Dive gelê Sûriyê bi giştî vê rastiyê bibînê. Yê ku ev 9 salin nahelê ku alozî çareser bibe, ewlekarî çê bibe ku bi rêya çeteyên xwe re pêşî li aramiyê digre dewleta Tirk bixwe ye. Yê ku nahele hemû hevdîtinên siyasî bigihîjê encamekê vêtoyê dewleta Tirk e. Dewleta Tirk di aliyekî de hem faşîzma Tirk a Tûranî hem jî îslama siyasî ya radîkal her welatekî de aloziyê kurd dike. Çi sîstemek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşbikeve û hewildanên pratîk hebin wê dewleta Tirk berjewendiyên xwe tê de nebîne bi hemû şêwazî ji bo valaderxistina wê têkeve nava tevgerê. Vala derxistina danustandinên Cenevrê jî esasê xwe de mûdaxeleyê Tirkiyê ye. Li ser rûye erdê heger hewildanek biçûk çê dibe, însiyatîfek derdikeve pêş di her bajarêkî Sûriyê de mûdexaleya dewleta Tirk çê dibe. Her hewildanekî civakî wekî rêxistina jin û ciwanan mûdaxele jê re tê kirin. Ev mûdaxele jî bi rêya MÎT’ê pêk tê.”

Têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê her çiqas maskeya dewleta Tirk eşkerê kir jî ev têrî nekir ji ber cîhan li dijî dewleta Tirk bê helwest ma. Tekildarî mijarê de Emînê ev tişt anî ziman: “Cîhan jî xwe xapand ku fobiya dewleta Tirk tenê li ser Kurda ye. Ne tenê armanc dagirkirin û talankirin e. Dewleta Tirk tenê destnavêje; mudaxeleyî Lîbya, Yunanîstan, Behra Spî, Ermenîstan kir û her wiha gelek çeteyên xwe ji Sûriyê derbasî van herêma kir.”

Emînê diyar kir ku li hember şovenîzma ku bi îslama siyasî re dibe yek û xeteriya wê li ser hemû Rojhilata Navîn, welatên Ereban, qada Ewrûpa helwestekî hevbeş pêwîste û got: “Ger helwestên gelan, arteş, hêzên navnetewî nebe yek, kes bi sere xwe nikare van êriş û tevgera dewleta Tirk bisekinênin. Ger ev yekhelwest çênebe di Rojhilata Navîn de rê li pêşîgirtina dagirkirin û kurkirina aloziyê çê nabe. Ev eniya demokratîk ya Kurdî, Erebî, navnetewî dive li dijî vê polîtîkaya xeter bibin yek. Bê diyarkirin ku êdî destdirêjî, binpêkirina qanûnan re ji dewleta Tirk re bes e. Ev ne tenê erka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, erka hemû kesî ye. Helwestên perçe perçe wekî ji Lîbya, Misir, Ermenîstan, Yûnanîstan wê sûd bide dewleta Tirk û nahele dagirkeran bide sekinandin. Ji bo wê însîyatifeke giştî pêwîste. Di asta dîplomasî, sîyasî heya leşkerî de jî pêwîste em hemû bi hev re têbikoşin. Ji ber ku ev xeterî li ser me hemûyan heye. Em jinên Kurd li hember hemû sûcên hov disekinin. Divê jinên Misrî, Ermenî, Lîbya, Yûnanî, Ereb jî bisekinin.”

‘DEMA KU FIRSENDÊ BIBÎNÊ DÊ ÊRIŞ BIKE’

Rojên destpêkê agirbest bi çavderiya navnetewî re çê bû re Emînê diyar kir ku binpêkirin agirbestê ji aliye dewleta Tirk dîsa li pêşiya çavê wan de çê bû û got: “Heger dewleta Tirk di êrişa Serêkaniyê û Girê Spî de aliye dîplomasî, sîyasî de tengav nebûya wê êrişî heya Derazorê bikira. Dagirkirin heya cihekî hat sekinandin lê êriş berdewam dike. Dewleta Tirk deqa ku firset bibînê wê êrişî herêmên nû bike. Dive em ji êrişên dewleta Tirk re amadebin ji ber hin dev ji planên xwe berneda ye. Her çiqas hêzên navnetewî ji me re bêjin em texmîn nakin Tirk êriş bikin, lê em bawer nakin. Ji ber êrişên Girê Spî û Serêkaniyê de heya deqa dawî jî Amerîka û Rûsya gotin êriş çênabe. Dîroka Tirkan berçav e û planên wan yê vegera Osmanî jî hin berdewam e. Erdogan mayîna xwe li ser deshiladariyê qaşo bi fetihkirine dibîne.”

‘TAKTÎK GUHERî LÊ HEDEF HEMAN E’

Emînê anî ziman ku piştî êrişan dewleta Tirk taktîka xwe gûhert lê hedef negûhert û axaftina xwe wiha vekir: “Dibe ku taktîkê destpêkê ax girt lê yê dûyem rêbazê sûîkast, hedef tespîtkirin û lêdan, sîxûrtî ya siyem jî hewildanên şerê taybet yê ku civakê mayînda xwe îkna bike û ji cîhanê re bibejin gel min hildibijê re. Em li hember van taktîkan her demê amadebin û têbikoşin.”

‘BI FIREHKIRINA DAGIRKIRINÊ RE SEWQÎYATA ÇETEYAN JI WELATÊ DIN RE DIKIN’

Emîne anî ziman ku dewleta Tirk di herêmên dagirkiriye de sewqiyatên çeteyan ji welatên din re pêk tine û got: “Hewildanên hêzên navnetewî ji aramiya Rojhilata Navîn re tine. Ger heba wê ji dagirkeriyê û şandina çeteyan ji herêmên cûda re bêdeng nebane. Ji ber ku hewildan tine ye çavên xwe di dagirkeriyê û destdirêjkirina dewleta Tirk re digrin. Sîstema kapîtalîzm xitimiyê ku nefesa xwe ji aloziya Rojhilata Navîn digre. Ji bo wê rehet hewil nadin ku dewleta Tirk di sînorê wê de bisekinenin.

Gefên dewleta Tirk nehatine sekinandin. Dive bi her cûreyan em li hember êrişan di nav lîv û tevgerê de bin. Armanc ji firehkirina dagirkirinê sewqîyeta çeteyan ji welatê din re ye. Dewleta Tirk kuder were dagirkirin wekî hikûmetekî xwe li wir ferz dike. Ciwanên di warê dagirkiriye bi kar tîne wan rê dike Lîbya, Ermenîstan, Başûrê Kurdistanê. Heyf û mixabin ciwanên Sûriyê yên ku li hember rejîma Baas serî hilda niha ji aliye dewleta Tirk ve tê bikar anîn.”

‘PARADOKSA DEWLETAN JI RÊVEBERIYA XWESER RE:  BÊ TE NABE, HEBÛNA TE JÎ NABE’

Emîne diyar kirk u her danûstandinên siyasî de mijara serêkê derxistina dagirkeriyê ji Sûriyê re ye û got: “Berjewendiyên hêzên navnetewî bi dewleta Tirk re hene. Heya niha hewildanên siyasî yên ku çê dibin ji bo aloziya Sûriyê çima vetoya dewleta Tirk li ser beşdarbûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, çima yê Rûsya heye? Ji ber ger nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî maseyan bibin mijara me ya yekemîn parastina ax û civaka Sûriyê ye ku dive dewleta Tirk ji van herêman derbikevin çeteyên xwe bikşînin. Ji ber vê jî em her rastî vetoya tên û mixabin hêzên navnetewî jî serî li hember van vetoya ditewînin. Rûxmî ku tu çareserî bê nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk naye.  Berê vê ne digotin lê niha eşkerê dibejin ku bê beşdarbûna nûnerên Bakur û Rohilatê Sûriyê danûstandinên siyasî re çareserî çê nabe. Lê hewil jî nadin ku em beşdar bibin ev jî paradoksek e yanî tu dizanê bê min çê nabe û tu hewil jî nade ku ez hebim.  Parastina sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe sedem ku  nûnertiya xwe di hemû hewildanên çareseriyê de ferz bike.”  

ANHA