Li Girê Spî kesekî dema bihîst cezayê muebbetê li kurê wî birîne, jiyana xwe ji dest da

Çavkaniyekî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî diyar kir ku sivîlekî piştî ku artêşa Tirk cezayê muebbetê li kurê wî yê revandî birî, jiyana xwe ji dest da.

Li Girê Spî kesekî dema bihîst cezayê muebbetê li kurê wî birîne, jiyana xwe ji dest da
8 cotmeh, 2020   12:52
EYN ÎSA

Çavkaniyên herêmî eşkere kir ku Abdulkerîm El-Şêx ê ji gundê Mehra yê kantona Girê Spî dema ku bihîst cezayê muebbetê li kurê wî yê bi navê Tariq hatiye birîn, mir. Tariq ji destpêka êrişên artêşa Tirk ên li dijî Girê Spî ve ji hêla dagirkeran ve hatiye revandin û di girtîgeheke dewleta Tirk de ye.

Li gorî heman çavkaniyan 3 kurên Abdulkerîm El-Şêx (Taiq, Fûad û Hadî) ji destpêka êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Girê Spî ve girtî ne.

Li herêmên dagirkirî artêşa Tirk a dagirker sûcên revandin, talankirin, qetilkirin û koçberkirinê hîna li dijî sivîlan dimeşîne. Li gorî qanûnên navneteweyî nabe dewletek kesekî ku ne hemwelatiya wê be, ceza bike.

(eh)

ANHA