Rêxistina Mafên Mirovan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê di salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de ji aliyê dewleta Tirk ve, êrişên dewleta Tirk ên li dijî her du bajaran bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin
8 cotmeh, 2020   11:20
KOBANÊ

Di nava rêzebertek û çalakiyên ku ji bo şermezarkirina salvegera yekemîn a dagirkirina dewleta Tirk bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê daxuyaniyek da raya giştî, tê de bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên ku kirine, muhasebe bikin û vegera ewle ya şêniyan ji bajarên xwe re li wan herêman dabîn bike.

Daxuyanî ji hêla endama rêveberiya rêxistinê Nesrîn Elî ve hate xwendin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hevkariya komên çeteyên Artêşa Nîştîmanî ya Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên bakurê Sûriyê kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Rêxistinê da zanîn ku dewleta Tirk bi vê êrişa xwe, qanûnên navneteweyî hemû binpê kirin, bi çekên giran, balafiran û çekên fosfor ên qedexekirî êrişî sivîlan kir. Di encamê de gelek sivîl bûn qurbanî û piraniya wan jin û zarok bûn. Dîmenên wan jî li ser dezgehên çapemeniyê yên cîhanê belav bûn.

Rêxistinê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk li ber çav û guhên cîhanê êrişî herêmê kir û şêniyên wan herêman ên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, xiristiyan û muslimîn da koçberkirin. Ji bo ku vê karê yê xwe yê kirêt û sûcên ku leşker û çeteyên wê ji kuştin, talankirin, îşkencekirin û destavêtin û guhertina demografîk veşêre navê “Kaniya Aştiyê” li êrişa xwe kir.

Rêxistinê di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên wê, gelên azad û aştîxwaz kir ku hewl bidin bi tevahiya rêbazan dewleta Tirk ji ber sûcên ku li wan herêman kirine, ceza bikin û vegereke ewle ji şêniyan re ber bi herêmên xwe ve dabîn bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tq5bsotU7hc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>