Balafirên Rûsyayê li rojhilatê Dêrazorê nuqteyên DAIŞ'ê kirin hedef

Balafirên şer ên Rûsyayê bi zêdetirî 7 êrişên asmanî deverên li çolistana El-Mayadîn li rojhilatê Dêrazorê bombebaran kirin û stargehên çeteyan hedef girtin.

Balafirên Rûsyayê li rojhilatê Dêrazorê nuqteyên DAIŞ'ê kirin hedef
8 cotmeh, 2020   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 7 êrişên asîmanî pêk anîn û derdora herêma Fîda Bin Muyena li beyareya El-Mayadîn a li rojhilatê Dêrzorê hedef girtin. Li wê herêmê şane û stargehên çeteyên DAIŞ'ê hene û her tim ji wan herêman êriş li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk tînin. Lê tu agahiyên girêdayî windahiyan di encama topbaranê de nehatin bidestxistin.

Li gorî (SOHR) ji destpêka Cotmehê ve di encama bomberbarana balafiran de û şerên bi hikumeta Şamê re 49 çeteyên DAIŞ'ê û 41 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Ji 24`ê Adara sala 2019'an ve heya îro hejmara kuştiyên hêzên hikumetê ku di êrişên DAIŞ'ê de hatine kuştin gihaşt 822 kuştiyan. Hinek ji wan biyanî ne (2 kuştî ji hêzên Rûsyayê ne û 140 jî ji komên girêdayî Îranê ne). Ev hemû di êriş û teqînên DAIŞ`ê de li rojavayê Firatê û beyara Dêrazor, Reqa, Humis û Siweydayê de hatin kuştin. Di êriş, hedefgirtin û topbaranê de 439 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

SOHR'ê diyar kiribû ku 4 sivîlên ku di zeviyên gazê de kar dikirin û 11 şivan û sivîlekê di êrişên DAIŞ'ê de yên li dijî herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de hatine kuştin.