Artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li ser rêya M4 zêde kirin

Dewleta Tirk a dagirker careke din hêzên xwe li ser rêya Laziqiyê-Helebê ya navneteweyî ya M4 li gundewarên başûrê Idlibê zêde kirin. 

Artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li ser rêya M4 zêde kirin
8 cotmeh, 2020   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker îro careke din hêzên xwe li ser rêya Heleb-Laziqiyê ya navneteweyî ya M4 li gundewarên başûr û rojavayê Idlibê belav kirin û tevahiya rêyên şaxî yên ku digihêjin rêya M4 qut kirin. Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk bi awayekî zêde li asîmanê herêmê digerin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk an bi tenê yan jî tev li hêzên Rûsyayê dewriyekê bi rê ve bibe.

SOHR`ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî zêde li ser rêya Heleb-Laziqiyê ya navneteweyî li rojavayê bajarê Idlibê belav bûne û di heman demê de balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk jî li asîman digeriyan.

Li aliyekî din îro danê sibehê li eniya şer a Idlibê şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de derket û di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li gorî SOHR`ê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê li eniya Kefer Betîx a gundewarên Idlibê 2 leşkerên hêzên hikumetê kuştin.