Bi destpêkirina dema çinînê re çete zeytûnên şêniyên Efrînê didizin

Çeteyên Cebhe Şamiye û Firqeya Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên kantona Efrînê ya dagirkirî bi destpêkirina mewsima çinînê re, dest bi dizîna zeytûnan kir.

Bi destpêkirina dema çinînê re çete zeytûnên şêniyên Efrînê didizin
8 cotmeh, 2020   09:55
EFRÎN

Çavkaniyên pêbawer ji ANHA`yê re ragihand ku çeteyên Cebhe Şamiye û Firqeya Hemzat ku serweriya erdên gundê Hisê û navçeya Mabata dikin, dewriyeyan digerînin û bendan datînin da ku mewsima zeytûnan a şêniyan bidizin.

Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyan tenê ji deşta Mabata nêzî 100 çiwalên zeytûnan dizîne. Her wiha berhemên şêniyê ji gundê Hisê yê bi navê Ehmed Hiso li pêş çavên wî talan kirin.

Çavkanî destnîşan kir ku piraniya malbatên ku mewsima wan a zeytûnan hatiye talankirin, salane debara xwe bi zeytûnan dikin û bi vê yekê rewşa wan a aborî xerab dibe û neçar dimînin ku ji xizmên xwe deyn bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di du salên borî de, hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê mewsima zeytûnan dizîn û wekî berhemdariyeke Tirkiyê firotin dewletên Ewropayê.

Her wiha komên çeteyên girêdayî Tirkiyê darên zeytûnan û darên berhemdar dibin û li sûkên herêmên dagirkirî difiroşin.

(cx)

ANHA