KCDK-E: Di ‘Roja Azadî ji Ocalan re ya Cîhanê’ de em dakevin qadan

KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyan a 10'ê Cotmehê Roja Azadî ji Ocalan re ya Cîhanê eşkere kir û ji bo tevlêbûnê bang kir.

KCDK-E: Di ‘Roja Azadî ji Ocalan re ya Cîhanê’ de em dakevin qadan
8 cotmeh, 2020   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya "10'ê Cotmehê Roja Azadî ji Ocalan re ya Cîhanê" daxuyaniyek da û bernameya çalakiyan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi şerê li hundir û derve hewl dide temenê desthilatdariya xwe dirêj bike û işaret bi tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di şexsê rêber Apo de li dijî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, li dijî nirxên gelê Kurd şer tê meşandin. Dîktator Erdogan li ser siyaseta qirkirinê hebûna xwe iddomîne û bi kûrkirina şerê navbera gelan dixwaze li ser piyan bimîne.

Tecrîdkirina rêber Apo li dijî azadî û mafên demokratîk, li dijî siberoja jiyaneke hevpar a gelan tê wateya şer. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo tê wateya mîsogeriya aştiya civakî, azadî, demokrasiyê.

Li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê, alîgirên demokrasiyê divê li dijî tecrîda ku di şexsê rêber Ocalan de tê meşandin, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi rola rêber Ocalan a bi rengekî azad dibe."

KCDK-E'yê di vê çarçoveyê de bal kişand ser 10'ê Cotmehê Roja Azadî ji Ocalan re ya Cîhanî ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re hate ragihandin û bang li Kurdistaniyan û her kesî kir ku bi daxwaza azadiya Ocalan çalakiyên girseyî li dar bixin.

Li gorî bernameya çalakiyan a KCDK-E’yê dê li welatên Ewropayê yên Swîsre, Fransa, Awisturya, Swêd, Danîmarka, Norwêc, Fînlandiya, Qibris, Hollanda, Almanyaî, Belçîka, Yewnanistan, Îtalya, Îngilistan, Skoçya, Romanya, Polonya û Kanada, Awistralya û Amerîkayê çalakî li dar bikevin.