Nirxê lîreyê Tirk roj bi roj dadikeve

Ji ber metirsiyên cezayên Amerîkayê yên muhtemel, şerê li herêma Qefqasyayê, xerabbûna têkiliyên bi YE`yê re û rewşa aborî, nirxê lîreyê Tirk li hemberî dolar roj bi roj dadikeve.

Nirxê lîreyê Tirk roj bi roj dadikeve
8 cotmeh, 2020   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Nirxê lîreyê Tirk li hemberî dolar gihaşt 7.90’an. Îsal ji ber metirsiyên kêmbûna pereyên biyanî li banka navendî û lêçûnên zêde li sûka pereyan, lîreyê Tirk ji sedî 25 ji nirxê xwe ji dest da. Lê belê niha faktora sereke metirsiyên jeopolîtîk in.

Duh (çarşemê), endamekî Partiya Komarparêz û endamekî Partiya Demokrat a Amerîkayê bang li rêveberiya serok Donald Trump kir ku ji ber kirîna Tirkiyê ya sîstema parastina asîmanî ya S-400, cezayan li Tirkiyê ferz bike. Ev yek piştî raporên ku li ser niyeta Tirkiyê ya ceribandina moşekên Rûsyayê derketine, pêk hat.

Di heman demê de, piştgiriya Enqereyê ji bo Azerbêcanê di şerê bi Ermenistanê re yê li herêma Qerebaxê, stres zêde kir. Dê Fransa, Brîtanya û Rûsya îro di rûniştina Cinêvê de hewldanên xwe ji bo bidawîkirina şerê li herêma Qefqasyayê, zêde bikin.

(cx)