Cenazeyê têkoşer Emîr li Stenbolê hate veşartin

 Mehmûd Emîrê ku li Girtîgeha Elbîstanê jiyana xwe ji dest dayî û cenazeyê wî li Stenbolê hate veşartin.

Cenazeyê têkoşer Emîr li Stenbolê hate veşartin
8 cotmeh, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê siyasî Mehmûd Emîrê Efrînî yê li girtîgeha Elbîstana Mereşê ku piştî bi vîrûsa koronayê ketî ku 2’ê Cotmehê li nexweşxaneya navçeyê ya dewletê jiyana xwe ji dest dayî, li Stenbolê spartin axê.

Ji bo Emîrê ku ev 28 sal bû girtî Miduryeta Girtîgehê diyar kiribû ku li ‘Goristana Bêkesan’ veşartiye. Lê belê derket holê ku cenazeyê Emîr li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ye. Rêveberiya girtîgehê duh bi girtenameyekê ji bo wasiyê Emîr Bekir Kaya şand, diyar kiribû ku divê di nava 3 rojan de cenaze bigrin.

Duh seat 15:00’an wasî Bekir Kaya ji ATK’ê girt, ji bo wecîbeyên olî bire Miduryeta goristanê ya Çekmekoyê, lê li vir ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê rê nadin ku cenazeyê bê veşartin. Li ser vê yekê cenazeyê Emîr li Goristana Çavûşbaşi ya Beykozê hate veşartin.

Parlementera HDP’ê Dilşad Canbaz, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ferhat Encû, Hevserokê Rêxistina Stenbolê Erdal Avci, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Xizmên Windayan a Anatolya (ANYAKAY-DER) Şêxmûs Işik û gelek kes jî tevlî merasîma cenaze bûn.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HBD5AYmmFas" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>