Di operasyona qirkiria siyasî de 9 kesên din hatin girtin

​​​​​​​Li Qersê ya Bakurê Kurdistanê li ser fermana Serdozgeriya Komarê di 1’ê cotmehê de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan heta niha 12 kes hatine girtin.

Di operasyona qirkiria siyasî de 9 kesên din hatin girtin
8 cotmeh, 2020   06:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh jî 10 kes sewqî edliyê hatin kirin. Ji van Halîl Kan hat berdan û Suat Bayhan, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Reîs Baykiz, Hamît Daşdelen, Hamdî Erkmen, Medya Tagay, Bulent Agbaba û Omer Albayrak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

Tê payîn îro Hevşaredar Şevîn Alaca jî di nav de 5 kesên din îro bibin edliyê û îfadeyên wan werin girtin.