Serêkaniyê… salek ji sûcan

Salek li ser dagirkirin, sûcên bizanabûn ên ku digihêjin asta sûcên şer, tevlihevî, guhertina demografîk li Serêkaniya dagirkirî borî. Gelo sûc û binpêkirinên li bajarê dagirkirî rû didin çi ne?

Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
Serêkaniyê… salek ji sûcan
8 cotmeh, 2020   06:11
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji derdora salekê ve bajarê Serêkaniyê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên qaşo bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ve hate dagirkirin. Ji destpêka êrişên li djî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de sûcên şer, binpêkirinên bi zanabûn û guhertina demografîk heta roja me ya îro didomin.

Ji ber destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk li dijî bajêr, zêdetirî 150 hezar şêniyên resen ên bajêr û gundewar koçber bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi zanabûn, bi rêya sûcên xwe yên rojane şêniyan didin koçberkirin.

DESTESERKIRINA MILKÊN SIVÎLAN Û TALANKIRINA WÊ

Bi dagirkirina bajêr re, çeteyan dest bi talankirina milkên sivîlên ku ji hovîtî û çekên dagirkeran revîne kirin, mal veguherandin baregehên leşkerî. Dikan hatin dizîn, kelûpelên tê de li ser çeteyan hatin belavkirin.

Dagirkera Tirk û komên çeteyan, bajarê pîşeyî yê ku tê de bi sedan dikan hene, talan kirin û alavên tê de li beramberî miqdarên mezin ji pereyan firotin bazirganan di nav de xwediyên wan dikanan ên rastîn.

Şêniyekî bajarê Serêkaniyê (E.F.) ku nexwest navê xwe eşkere bike got: “Dema çete derbasî mala min bûn, kelûpelên malê dizîn, piştre firotin.”

E.F. wiha domand: “Artêşa Tirk a dagirker di vê dawiyê de taxek girêdayî komîna şehîd Merwan Lihemîs ku ji zêdetirî 10 malan pêk tê kontrol kir û rêyên ku digihêjin taxê hemû bi bêtonê girtin.”

ŞÊNIYÊN BAJÊR MILKÊN XWE DIKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka aloziya Sûriyê milkên sivîlan bi taybet dikanên pîşeyî desteser dikin. Bi zanabûn tevahiya kargehan talan kirin nexasim ên bajarê Heleb û derbasî Tirkiyê kirin.

Xwediyê dikaneke pîşeyî (D.R.) ji bajarê Serêkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike îşaret pê kir ku dikaneke wî li bajarê pîşeyî hebû. Piştî ku çete bajar dagir dikin, vedigire da ku dikan û alavên tê de kontrol bike. Lê çeteyan dikana wî û tevahiya dikanên li bajarê pîşeyî desteser kiribûn.

D.R. wiha domand: “Min ji wan alavên di dikanê xwe de xwest, lê piştî ku zanîn ez kurd im red kir. Paşê 5 milyon lîre ji min xwest heta ku karibin alavên xwe vegerînim û karibim derxînim derveyî bajêr.”

Şêniyekî din ji gundê Erîşe yê li rojhilatê Serêkaniyê got: “Piştî koçberiyê, ez û hevsera xwe vegerîn gund da ku mala xwe kontrol bikin. Dema em gihîştin malê, derî û pencereyê wê, tişt û miştên tê de hemû ji hêla çeteyan ve hatibûn talankirin.”

Şêniyê ji gundê Erîşe destnîşan kir ku çeteyên Sultan Murad diziyê dikin û wiha domand: “Çeteyên Sultan Murad ên ku li gund bûn, ji min re gotin ku ez bi serçeteyê wan re biaxivim heta ku karibim kelûpelên mal vegerînim. Dema min ji serçeteyê wan xwest ku milkên xwe vegerînim, red kir û got ez dikarim li beramberî miqdareke mezin ji pereyan wan vegerînim.”

Şêniyê ji Erîşe di dawiyê de piştrast kir ku rojekê hate gitin û piştre serbest hate berdan û ew deriyê mala xwe û çend pencere bi 300 hezar lîre kirine.

SIVÎL Û SÛC

Ji dema dagirkirina bajarê ve, sûcên bi zanabûn bi awayekî rojane li dijî sivîlan pêk tên. Milkên wan têne talankirin, rastî girtinê tên û bac li sivîlan têne ferzkirin.

Şêniyê bi navê H.E. dibêje: “Bendên ku çeteyan danîne, tenê ji bo talankirina şêniyan e ne ji bo ku ewlehî misoger bikin mîna ku îdia dikin. Ew bend bac li sivîlan ferz dikin û telefonên ciwanan bi hinceta ku têkiliyên wan bi Hêzên Sûriya Demorkatîk re hene desteser dikin.”

H.E. da zanîn ku sivîlên di nav bajêr de, ji ber sûcên dewleta Tirk azarên dijwar dikişînin û wiha got: “Şêniyên di nav bajêr de mane, zehmetiyên dijwar dijîn. Kesek nikare li dijî wan bilive yan jî siyasetên çeteyan red bike. Tawan amade ne, her kesê li dijî wan derdikeve bi tawana girêdana bi Rêveberiya Xweser re yan jî QSD`ê re têne girtin.”

GIRTINÊN BÊSERÛBER Û VEGUHASTINA JI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ RE

Bi dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji bajarê Serêkaniyê re dest bi hemleya girtinê li dijî şêniyên bajêr bi hemû pêkhateyên wê kir. Ew jî bi tawanbariya ku wan alîkariya QSD’ê kir û di saziyên Rêveberiya Xweser de xebitîn, her wiha tawanên etnîk û irqî.

Xizmên yek girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê re bi dehan şêniyên bajêr mezin jî jê girtin û birin xaka Tirkiyê. Dewleta Tirk jî li gorî qanûnên xwe wan lêpirsîn dike."

Gelek sivîl di girtîgehên dewleta Tirk de hene, bi taybet di girtîgeha wîlayeta Urfa û dewleta Tirk nav û çarenûsa wan eşkere nake.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Mehmûd Hesen Omerî yê astengdar girt. Di dema Omerî tevî dayika xwe vedigerî bajarê xwe di 24.11.2019’an de da ku li mala xwe binêre, ew girt. Hê jî çarenûsa wî ne diyar e.

GUHARTINA DEMOGRAFÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê guhartina demografî li herêmên dagir kirine, pêk tîne bi taybet Serêkaniyê. Ew guhartin bi rêya bicihkirina malbatên çeteyên alîgirên wê pêk tê.

Dagirkerî, herêmê bi rêya ferzkirina mînhacên zimanê tirkî, rakirina ala tirkî li ser saziyên li herêmê, ferzkirina dan û standina bi rêya lîreya tirkî, bikaranîna zimanê tirkî di belge û kaxizên fermî de, li gel zimanê erebî, pêk tîne. Her wiha bankên tirkî ji bo pevguhartina pereyan ava dike.

Şêniyekî ji Serêkaniya dagirkirî S.R wiha da zanîn: "Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina bajarê de, zimanê tirkî ferz kiriye, û bajar bi wîlayeta Urfa ve girê daye."

S.R wiha domand: "Dewleta Tirk û çeteyên wê nasnameyên şexsî yên tirkî ji bo şêniyên bajêr derxistin, ew jî bi hedefa guhartina nasnameya şêniyên herêmê ye. Her wiha çanda ola radîkal li şêniyan bi rêya vekirina peymangehên xwendina quran li malên sivîlên li Serêkaniyê, ferz dike. Ew jî bi hedefa çewisandina nasname û çanda herêmê ye."

S.R destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de dergeha bazirganî ya nerewa di navbera xaka Tirkiyê û bajarê Serêkaniyê de vekir.

TEVLIHEVIYA EWLEHIYÊ

Ji dema dagirkirina bajêr û herêmên din de bi sedema nakokiyên çeteyan li ser dabeşkirina dizî û wêrankirina malên sivîlan, tevlihevî heye.

D.D di vî warî de wiha got: "Di navbera komên çete de bi sedema nakokiyên li ser dabeşkirina tiştên didizin, talankirina mal û milên sivîlan her tim pevçûn û şer heye. Di van pevçûnan de tevahî çek tên bikaranîn."

D.D eşkere kir ku çeteyan di vê dawiyê de bi sedema tolhildana ji hev du erebeyên bombebarkirî û teqîn li ser rêyan çandin. Di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ji sivîlan çêbûn.

D.D di dawiyê de bi lêv kir ku di navbera şêniyan de bi sedema nakokiyên zêde yên nelihevkirinê rewşeke mitirsîdar heye.

Tevî ev sûcên bênavber ên li pêş çavên civaka navneteweyî pêk tên, lê şêniyên Serêkaniyê hê jî koçber in. Di vir de pirs xwe dide der. Piştî salekê ji sûc û kiryarên dikevin bin bana sûcên şer, gelo dê civaka navneteweyî bê deng bimîne û çav bigire yan jî dê roleke wê ya dîtir hebe?

(şx-fr)

ANHA