Koalîsyona Ereb balafireke bêpîlot a ber bi Erebistana Siûdî ve diçû rûxand

Koalîsyona Ereb duh ragihand ku balafireke bêpîlot ku koma “Ensar Allah” a Hûsiyan ku ber bi Erebistana Siûdî ve diçû rûxand.

Koalîsyona Ereb balafireke bêpîlot a ber bi Erebistana Siûdî ve diçû rûxand
8 cotmeh, 2020   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Koalîsyonê efser Turkî El-Malikî diyar kir ku duh (çarşemê) hêzên hevbeş balafirek keşfê li qada hewayî ya Yemenê ku koma "Ensar Allah" a Hûsiyan bi rengekî sîstematîkî ji bo hedefgirtina sivîlan ber bi Erebistana Siûdî ve bi rê kiribû, rûxandin.

Koma Ensar Allah El-Hûsî ku piştgiriya xwe ji Îranê digire, dem dem bi moşek û balafirên keşfê başûrê Erebistana Siûdê hedef digire.