​​​​​​​Telal Mihemed: Hedef ji qirkirina siyasî reşkirina berxwedana Kobanê ya dîrokî ye

Telal Mihemed diyar kir ku hedef ji hemleya girtinê ya ku AKP’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi navê "Hemleya Kobanê" dest pê kiriye, reşkirina berxwedana Kobanê ku YPJ û YPG’ê tê de berxwedana dîrokî pêk aniye. Her wiha da ku gel careke din danekevin çalakiyan, heke hewl da herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

​​​​​​​Telal Mihemed: Hedef ji qirkirina siyasî reşkirina berxwedana Kobanê ya dîrokî ye
8 cotmeh, 2020   02:39
QAMIŞLO-DICLE MIHEMED

Serokê Partiya Aştî ya Demokratî ya Kurdistanî Telal Mihemed diyar kir ku hedefa destwerdanên dewleta Tirk li dewletên cîran mîna Sûriye, Iraq, Lîbya û dewletên dîtir ên li Rojhilata Navîn nixumandina pirsgirêkên xwe yên hundirîn e. Her wiha hedefa qirkirina siyasî ya niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi serokatiya AKP’ê pêk tîne îmhakirina nasnameya Kurd e.

Mihemed da zanîn ku parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û rojnameyên ku dewleta Tirk niha girtine, ji kesên ku mertalên zindî li seranserî sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê wê de pêk aniye. Da ku piştgiriya Kobanê di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di 15’ê Îlona 2014’an de bikin.

HEDEFA HEMLEYA GIRTINÊ DI VÊ DEMÊ DE ÇI YE?

Telal Mihemed destnîşan kir ku hedef ji hemleya qirkirina siyasî ya ku AKP’ê û MÎT’a Tirk li dijî siyasetmedarên Kurd û parlamenteran di 25’ê Îlonê de dest pê kiriye, çandina tirsê di dilê gelê Kurd de û derbekirina rihê berxwedan û têkoşînê ye.

Mihemed bi lêv kir ku  hedefa din a dewleta Tirk ji vê qirkirina siyasî qedexekirina gel a careke din e heke çi hewldanên wê yên dagirkirinên herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk her tim gefên dagirkirina bajarê Kobanê bi hincet û bihaneyên derewîn dixwe. Her wiha rojane herêmên Cizîrê û navçeya Eyn Îsayê topbaran dike. Çete û çekên giranê dike sînorê navçeya Til Temir û Eyn Îsayê da ku êrişeke leşkerî ya nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Ev hemle jî ji bo bêdengkirina gelê Kurd ê li Bakur e."

ÇIMA HEMLEYA KOBANÊ?

Serokê Partiya Aştî ya Demokratî ya Kurdistanî Telal Mihemed got hedefa hemleya girtinê ya ku AKP’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ya bi navê "Hemleya Kobanê" reşkirina berxwedana dîrok a şervanên YPJ û YPG’ê ye. Ji ber wan hişt navê Kobanê bibe sembola cîhanê, li hember bihêztirîn hêza terorîst a çeteyên DAIŞ’ê sekinî. Mihemed wiha bi dawî kir: "Berxwedana Kobanê ji Erdogan re dersek bû, niyetên veşartî yên piştevaniya dewleta Tirk ji çeteyan re bi vekirina sînor û pêşkêşkirina piştevaniya madî û lojistî eşkere kirin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2D2F94a2UPs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>