Serêkaniyê… di salvegera yekemîn a dagirkirinê de şervanên ku tev li berxwedanê bûne soza rizgarkirinê dan

Şervanên ku tev li berxwedana Serêkaniyê bûne, diyar kirin ku dewleta Tirk koçberkirina gelan û guhertina demografiya herêmên wan armanc dike. Her wiha destnîşan kirin ku çeteyên ku bajêr sala 2019`an dagir kirine, hema çeteyên ku sala 2012`an êriş kirine û soza şopandina rêya şehîdan û berxwedanê heta nefesa dawî û rizgarkirina bajarê xwe da.

Serêkaniyê… di salvegera yekemîn a dagirkirinê de şervanên ku tev li berxwedanê bûne soza rizgarkirinê dan
8 cotmeh, 2020   01:29
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagireker û çeteyên wê qaşo bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê 9`ê Cotemha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk berxwedaneke bê hempa li dijî êrişan nîşan dan, ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker balafir, moşek, topavêj û çekên qedexekirî bi kar anîn.

Berxwedana ku zêdetirî 13 rojan dom kiriye û di encama hedefgirtina sivîlan de ji hêla dagirkera Tirk û çeteyên wê ve dewletên mezin mudexele kirin da ku êrişan rawestînin. Tevahiya aliyan lihev kirin ku QSD bi dirêjahiya 30 km ji Serêkaniyê vekişe û êriş rawestin. QSD`ê ev yek pejirand ji bo jiyana sivîlan ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêze.

Bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên ciwanên bajarê Serêkaniyê helwestên xwe rave kirin û behsa berxwedana ku hatiye meşandan vegotin.

`DEWLETA TIRK JI GELEK SALAN VE ARMANC DIKIR BAJÊR DAGIR BIKE`

Demhat Serêkaniyê, şervanê QSD`ê ye dibêje: “Beriya salekê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bajarê Serêkaniyê dagir kir, wêran kir û şêniyên wê dan koçberkirin.”

Demhat wiha domand: “Serêkaniyê ji bo me ne tenê bajarek bû. Dewleta Tirk bi wêrankirina wê re, hêvî û bîranînên me wêran kirin.”

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve û bi rêya piştgiriya komên çeteyan, di sêrî de Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam hewl da Serêkaniyê dagir bike. Lê bi saya ciwanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) hemû planên wê têk çûn.

Demhat têkildarî vê yekê wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker hertim gefa êrişan li dijî bajarê Serêkaniyê û şêniyên wê dixwarin. Di dawiya 2019`an de dest bi êrişên xwe li dijî bajêr kirin. Em jî weke şervanên QSD`ê, amade bûn da ku bajarê xwe biparêzin. Me heta zêdetirî 13 rojan li ber xwe da û axa xwe parast. Gelek ji me şehîd bûn û birîndar bûn. Ez jî di şerên li Serêkaniyê de birîndar bûm.”

`SOZA ME PARASTIN BÛ`

Demhat di berdewama gotinên xwe de got: “Biryara vekişîna ji Serêkaniyê ne ya me bû. Biryara me berxwedana heta şehadetê bû lê ji ber lihevkirinên ku çêbûne şervan ji bajêr vekişiyan.”

Demhat wiha pê de çû: “Ji ber lihevkirinan û ji bo parastina sivîlan ji êrişên bi çekên cuda û balafiran, em neçar man heta xetên şer li navçeya Til Temirê li gorî lihevkirinên navneteweyî vekişin.”

NE JI BALAFIRAN BÛYA, ME YÊ BIDÎTA KÎ ŞERVAN E

Artêşa Tirk a dagirker di dirêjahiya du rojan de hewl da derbasî taxên Serêkaniyê bibe. Lê ji ber berxwedana parêzvanên bajêr û şervanên QSD`ê bi bin ket.

Demhat Serêkaniyê destnîşan dike ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker di dirêjahiya du rojan de hewl didan, derbasî nav bajêr bibin. Lewre berê xwe dan rêbazên din. Balafir, moşek û topavêj bikar anîn.

Demhat domand û got: “Di êrişan de min cihê xwe girt û ji dezgehên çapemeniyê re got, dewleta Tirk û çeteyên wê heta niha bi hêz in. Bila balafirên xwe dirêjahiya 24 saetan rawestîne, em ê nîşanî wan bidin bê xwediyên vê erdê kî ne û em hîna li ser soza xwe ne.”

`ME LI BER XWE DA Û EM Ê LI BER XWE BIDIN`

Demhat Serêkaniyê soz da şervanên Serêkaniyê ku tola şehîdên QSD û şêniyên bajêr hildin û vegerînin û got: “Me li ber xwe da û bajarê xwe parast. Em soza şopandina rêya şehîdan û berxwedanê heta ku em Serêkaniyê vegerînin gelê wê didin. Em hêvî dikin ku gelê me baweriya xwe bi me bîne. Dev ji me bernedin. Em ciwanên vî bajarî ne û ez soza rizgarkirina bajêr didin.”

`ÇETEYÊN 2012`AN HEMA ÇETEYÊN 2019`AN IN`

Serêkaniyê rastî gelek êrişan ji hêla çeteyan ve hatin. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dan bajêr dagir bikin. Di destpêka salên 2012 û 2013`an, dewleta Tirk a dagirker çeteyên Cebhet Tehrîr El-Şam (cebhet El-Nusra berê) bi rêya deriyê sînor derbasî bajêr kirin. Piştre çeteyên Ehrar El-Şam û gelek komên terorîst. Ruxmî cabilxaneya wan a xurt lê dîsa jî nekarîn bajêr dagir bikin.

Şervan Goran Weşokanî ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ye dibêje: “Çeteyên ku bi piştgiriya dewleta Tirk di dawiya 2019`an de bajarê Serêkaniyê dagir kir, hema çeteyên DAIŞ û Nusrayê ne yên ku hewl dan di dawiya 2012`an derbasî bajêr bibin.”

Goran wiha domand: “Çeteyan di her carê de bi alîkariya dewleta Tirk û balafirên wê derbasî bajêr bûn. Çekên qedexe jî bi kar anîn. Ji bo talankirina bajêr û guhertina demografiya wê, derbasî bajêr bû û dagir kir.”

`DAGIRKERÎYÊ BAJARÊ AŞTIYÊ WÊRAN KIR`

Goran Weşokanî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide bajarê aştiyê wêran bike û wiha domand: “Bajarê Serêkaniyê, ji ciwan û pêkhateyên wê re yên jiyaneke hevbeş bi hev re dijîn mîna dayîkekê bû. Bajarê aştiyê û ewlehiyê bû. Lê dewleta tirk û çeteyên wê, bajar dagir kir, wêran kir, şêniyên wê dan koçbekirin û demogarfiya wê guhertin.”

`EM SOZA XWE NÛ DIKIN`

Goran Weşokanî piştrast kir ku ew xwîna şehîdan û çekên ku hildane û pê rûmet, bajar û gelê xwe parastinê li erdê nahêlin û dê bi ser kevin û got: “Em soza xwe ji bo şopandina berxwedanê heta nefesa dawî û rizgarkirina bajêr û herêmên dagirkirî dubare dikin.”

Goran di dawiya gotinên xwe de peyamek da koçberên Serêkaniyê û got: “Ez û şervanên QSD`ê soz didin gelê Serêkaniyê ku em ê berxwedana xwe heta rizgarkirina bajarê Serêkaniyê û tevahiya herêmên rizgarkirinê bidomînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hbOmSjBCgw4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>