​​​​​​​Di konên koçberiyê de li benda agahiyekê ji her sê kurên xwe ye

Kurekî Îbrahîm Mihemed ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve beriya 5 salan hat revandin û li ser wî tu agahî tune ne. 2 kurên wî yên din û biraziyê wî beriya salekê di êrişên hovane yên li ser Girê Spî de bi birîndarî hatin revandin. Îbrahîm ku niha di kampa koçberên Girê Spî de dimîne, li benda zarokên xwe û vegera axa xwe ye.

​​​​​​​Di konên koçberiyê de li benda agahiyekê ji her sê kurên xwe ye
8 cotmeh, 2020   03:14
EYN ÎSA – CÎHAN BÎLGÎN

Salek di ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re derbas dibe, lê birînên şêniyan hîna zindî ne û nehatine kewandin. Bajarê Girê Spî ku bûbû Sûriyeke biçûk û hemû pêkhate hembêz dikirin, piştî dagikirinê bûye dojeh. Di encama êrişên hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Girê Spî de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Gelek sivîl jî ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin û agahî heta niha li ser wan tune ne. Yek ji van malbatan ku zarokên wan ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin, malbata Îbrahîm Mihemed e ku bi xwe jî ji Girê Spî ye.

Îbrahîm Îbrahîm Mihemed 75 salî û bavê 5 zarokan e; keçikek û 4 kur. Ji gundê Şaxbê yê Girê Spî ye. Ew û hevjîna wî Meryem Îdam Efendî piştî dagirkirina Girê Spî ji neçarî koçberî kampa koçberên Girê Spî dibin.

Îbrahîm Mihemed ev 5sal e li pey şopa zarokê xwe yê ku çeteyên DAIŞ’ê revandiye, ketiye ye. Hîna birîna kurê xwe destpêkê nekewandiye, bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji ber revandina 2 zarokên wî yên din, birîneke din di dilê wî de vebû.

Di êrişên destpêkê yên çeteyên DAIŞ ên li ser bajarê Girê Spî de malbata Îbrahîm Mihemed  neçar man ku berê xwe bidin Tirkiyê. Mihemed li welatê xwe dimîne û li dijî çeteyan şer dike. Piştî rizgarkirinê êdî hevjîn û 3 zarokên wî vedegerin warê xwe. Zarokê wî yê bi navê Welîd Îbrahîm ku 16 salî bû, hewl da vegere warê xwe, lê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li herêma Girê Spî hate revandin û heta niha tu agahî li ser wî tune ne.

Bav û dayikên Weîld ev 5 sal e li benda mizgîniya vegera kurê xwe ne. Îbrahîm Mihemed der barê zarokê xwe yê ku DAIŞ`ê revandiye de got: "Ew zarokê min yê herî biçûk bû. Çeteyan ew revand, nizanim li ku derê ye. Ez bê navber lê geriyam lê min nedît. Ew êş ne bes bû, êşên mezintir çêbûn.”

Îbrahîm Mihemed ku li bendê bû agahiyekê ji kurê xwe Welîd bigire, 9`ê Cotmeha 2019`an bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Girê Spî re birînên wî zêdetir bûn. Mihemed di dema êrişan de bi hevjîna xwe re neçar ma ku ji bajarê Girê Spî derkeve, lê 3 zarokên wî li bajarê Girê Spî man.

HER DU KURÊN WÎ YÊN DIN JÎ HATIN REVANDIN

Îbrahîm Mihemed kêliyên êrişa li ser mala wî û revandina zarokên wî, wiha vedibêje: “Saet 4’ê sibehê ez raketî bûm, me dît ku topbaran û bombebaran çêdibe. Me zarokên biçûk û jin li gundekî kom kirin û ez vegeriyam bajar da ku zarokên xwe bibînim. Saet di 5’ê sibehê de mala me hat topbarankirin. 3 zarok û biraziyê min birîndar bûn. Lawê min Fadil Îbrahîm ku 22 salî ye, ew jî di encama topbaranê de ji lingê xwe birîndar dibe û yekser bi mudaxaleyê me ew rakir nexweşxaneya Çelebiyê."

Îbrahîm Mihemed da zanîn ku telefona her du kurên wî yên 25 salî û 20 salî û biraziyê wî dernakeve. Mihemed ku bi êşeke mezin dema behsa bûyerê dikir, got çete piştre bi telefona zarokên wî li wî geriyane û jê xwestine ku biçe û zarokên xwe bibe.

13 ROJAN DI ZINDANA ÇETEYAN DE MA

Îbrahîm Mihemed û birayê xwe ji bo zarokên xwe ji destê çeteyan xelas bikin, berê xwe didin bajarê Girê Spî yê dagirkirî. Lê çete ew li gundekî girtin û xistin zindanê. Çete wêneyên zarokên Mihemed ji wî re nîşan didin û jê re dibêjin ku zarokên wî di nexweşxaneyên li Tirkiyê de ne. Piştî 13 rojan di zindanê de, birayê Mihemed 10 milyon pere dide çeteyan û ew ji zindanê derdikevin.

Piştre Îbrahîm Mihemed hîn dibe ku zarokên wî di encama topbaranê de birîndar bûne. Çete û leşkerên dewleta Tirk her du kurên wî digirin û dixin zindanê.

Îbrahîm Mihemed diyar kir ku dagirkeran xaniyê wan rûxandiye û wiha domand: “Her çi qas êriş bikin em axa xwe bernadin. Tiştekî dagirkeran li gel me nebû ku êrişî me kirin û em talan kirin. Ev du car e êrişî me dikin û me neçarî koçberiyê dikin. Em dixwazin aramiya me ya berê vegere û em vegerin warê xwe. Xaniyê me xerab kirin, erebe û her tiştê xaniyê me dizîn."

Îbrahîm Mihemed û malbata xwe di kampa koçberên Girê Spî de li Til Seminê yê başûrê rojhilatê Eyn Îsayê dimînin û bi hesreteke mezin li benda vegera zarokê xwe ne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZU3bv-nyB1o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>