Fransa: Dê li ser Qerebaxê  li Cinêv û Moskovê danûstandin li dar kevin

Fransayê eşkere kir ku dê di çend rojên bê de li Cinêv û Moskovê danûstandinên der barê çareserkirina nakokiya li herêma Qerebaxê li dar kevin.

Fransa: Dê li ser Qerebaxê  li Cinêv û Moskovê danûstandin li dar kevin
7 cotmeh, 2020   15:25
NAVENDA NÛÇEAYAN

Le Drian li pêş Komîteya Kar û Barên Derve ya Komeleya Nîştimanî ya Fransayê diyar kir ku dê dan û standin der barê Qerebaxê de sibe li Cinêvê pêk bên û piştre duşema bê li Moskovê pêk bên.

Le Drian destnîşan kir ku ji ber Fransa, Rûsya û DYA’yê di koma Minsk a taybet bi Qerebaxê de ne ev dan û standin bi hewldana pêkanîna diyalogê di navbera aliyên bi nakok de li dar bikevin. Her wiha bal kişand ku pêwîst e ev diyalog bêyî tu şertan pêk bê.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê da zanîn dewleta Tirk ji aliyê leşkerî ve di şerê Qerebaxê de ye.

(fr)