Rojnameyên erebî: Washington têkiliyên bi Şamê re niha napejirîne û hêviya Tirkiyê ji bo tevlêbûna YE`ê bû xewn

Rojnameyên erebî yên îro der barê liv û tevgera Amerîkayê ya li Sûriyê, her wiha rewşa Iraqê û nakokiyên di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Washington têkiliyên bi Şamê re niha napejirîne û hêviya Tirkiyê ji bo tevlêbûna YE`ê bû xewn
7 cotmeh, 2020   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: WASHINGTON JI TÊKILIYÊN BI ESAD RE ‘GUHERTINAN’ DIXWAZE

Der barê rewşa li Sûriyê de rojnameyên wiha nivîsî: “Washingtonê got normalkirina têkiliyan bi Şamê re, girêdayê hin guhertinan e. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Şerq El-Ewsat re got rejîm “berpirsyarê gelek sûcên mezin e, her wiha gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîne, hêzên Rûsya û Îranê vexwendine, ji bo cîranan bûye cihê metirsiyê, ev yek ji tevahiya herêmê re cihê metirsiyê ye.”

Her wiha got: “Hewldana vegerandin an pêşxistina têkiliyan bêyî ku sûcên rejîmê li dijî gel bêne çareserkirin, dê bibe sedema têkçûna xebatên lêpirsînê û peydakirina çareyeke aştiyane û siyasî ji bo aloziya Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an.

Daxuyaniya berdevkê Koşka Spî piştî wê yekê hat ku balyozê Umanê kaxezên erkdariya xwe radestî wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muellim kirin û balyozxaneya Abxazyayê jî li Şamê hate vekirin.”

EL-BEYAN: KOMÎTEYEKE BILIND JI BO GIRTINA ÊRIŞKARÊN BALYOZXANEYA LI IRAQÊ

Rojnameyê nivîsî: “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh biryar da ku komîteyeke leşkerî û ewlehî ya bilind bê avakirin da ku der barê êriş û topbaranên li Iraqê pêk tên de lêpirsînê bike. Li gorî daxuyaniyeke meclisa wezîran dê komîte der barê binpêkirinên ku ewlehî û nav û dengê Iraqê li cîhanê xira dikin, lêkolînê bike û kesên sûcdar bêne naskirin.”

EL-EREB: LEYLANA TEVLÎBÛNA TIRKIYÊ BO YE`YÊ TÊ KENGÎ BI DAWÎ BIBE?

Der barê aloziya di navbera Tirkiye û Ewropayê de rojnameyê nivîsî: “Ji astengkirina tevlêbûna Tirkiyê di nava Yekitiya Ewropayê de, pir hincetên ewropiyan hene, ew jî dûrbûna ji demokrasiyê, dijminahiya dewletên endamên NY`yê, her wiha hin hincetên girêdayî mijarên olî, lewma ev tişt hemû Tirkiyê ji koma Ewropayê dûr dixin.

Gumanên Ewropayê zêde bûn, mîna lêgerîna gazê li rojhilatê Deryaya Spî, kirîna sistema moşekan a Rûsyayê S-400, êrişa leşkerî li Sûriyê li dijî Kurdan, ev tişt hemû Tirkiyê dûrî Yekitiya Ewropayê dikin.”