Kanî û çemê Cereh cihê şînbûna tûyên bejî ye

Li herêma Cereh a bakurê navçeyê Tirbespiyê darên tûyê bejî gelek in, berê wê bi vîtamînan dewlemend e. Ji ber belavbûna wê ya zêde şênî berê xwe didin wir da ku tûyan biçinin û bixwin.

Kanî û çemê Cereh cihê şînbûna tûyên bejî ye
Kanî û çemê Cereh cihê şînbûna tûyên bejî ye
Kanî û çemê Cereh cihê şînbûna tûyên bejî ye
Kanî û çemê Cereh cihê şînbûna tûyên bejî ye
7 cotmeh, 2020   07:00
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Tûya bejî ji giyayên serbixwe yên bitemen e, bilindbûna wê kêm e, pelên wê biçûk in, dirêjahiya koka wê bi awayê digihêje 2 metreyan. Bilindbûna wê heta 4 metreyan diçe, pelên wê biçûk û mîna şeklê hêkê ne. Li herêmên şilî li nêzî çem û kaniyan çêdibe. Li herêma peravê ya Sûriyê, li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku li herêma Cereh heye.

Herêma Cereh a bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê meqseda şêniyên herêma Cizîrê bû, ji bo aliyê geşt û seyranê. Ji ber çem û kaniyên wê hene, lê darên bi berhem û çivîk hene. Bi salan li derdora çemê Cereh gund hatine avakirin. Lê dewleta Tirk di çend salên borî de herêm bi rêya siyaseta qutkirina ava çem, hedef girt. Ev çemê Cereh ji kaniyên rojhilata Besta Şeqîq a herêma Bakurê Kurdistanê diherike, her wiha dewleta Tirk zeviyên di havînê de dişewitîne, guleyan li her kesê nêzî zeviyên xwe yên bi ser sînor ve, direşîne.

Ji nav darên li keviyên çem û kaniyên herêma Cereh şîn hatine, bi taybet li gundên Kêl Hesnak û Dêrna Qulinga darên tûyên bejî hene. Di salên borî de û bi barîna barana gur re li herêma Cereh darên tûyên bejî belav bûn. Bi wê re jî herêm bû meqseda şêniyan û sûd ji berên wê girt.

Kulîlka tûyên bejî, bi dîmena xwe ya xweşik, spîbûn û keskahiya pelên xwe cuda ye. Di Hezîranê de kulîlk vedibin. Piştre ber çêdibe û tê de komeke tene çêdibe, destpêkê rengê wê kesk e, piştre vedigere rengê sor û li dawiyê rengê xwe dibe reştarî. Wê demê ji bo çinînê amade ye.

Jêdera fêkiya tûyên bejî vedigere herêmên bakurê rojhilatê Amerîkayê û ji cinsê tirî ye. Ji berên bi nirxên xwarinê yên zêde ye. Tê de vîtamîn (c) heye, tê de madeyên çalak heye, ji bo dermanê nefesê bi kar tê. Her wiha rêjeya nexweşiyên dil kêm dike.

Sûad Mihemed ji şêniyên gundê Kêl Hesnak ê bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ye got ew bi hedefa çinîna berên tûyên bejî diçin ber çem û kaniyên herêma Cereh. Her wiha ji tûyên bejî sûda çêkirina şerab, rêçel werdigirin. Çinîna tû di navbera Îlon û Cotmehê de ye.

Şêniyên herêmê hejmareke mezin ji berên tûyê diçinin.

Sûad Mihemed bal kişand ser ku darên tûyê jî ji siyaseta dijminatî ya dewleta Tirk rizgar nebû. Dewleta Tirk zeviyên herêmê ji dar û mewsima çandiniyê şewitandin. Lê piştî çend salên borî ji barana zêde ya li herêma Cizîrê û herîka ava kaniyan dîsa darên tûyên bejî pir bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-kxUvCN_sp4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>