'Hevgirtina gel bersiva hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk e'

Şêniyên Şedadê destnîşan kir ku hevgirtina gel têrê dike ku ji hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê re bibe bersiv û bang li civaka navneteweyî kir ku biryarên cidî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bigirin.

'Hevgirtina gel bersiva hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk e'
7 cotmeh, 2020   07:25
HESEKÊ –BASIM DEXÎL

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kêliya yekemîn a destwerdana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide demografiya herêmê biguhere û tev li xaka xwe bike û li pêşberî civaka navneteweyî sûcên dermirovî pêk tîne.

Şêniyê bi navê Elî Cerad ê ji navçeya Şedadê got dewleta Tirk a dagirker bi hincetên nerast û dûrî mirovahiyê herêmên bakurê Sûriyê dagir kirin û ji bo jihevxistina tevna Sûriyê dixebite, heman rêbazên ku pêşiyên wê dema welatên Ereban dagir kiribûn, pêk tîne.

Cerad diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, guhertina demografiya wê, ferzkirina pere û nasnameyên kesayetî yek ji hewldanên tirkkirina herêmê ye û tevlêkirina xaka Sûriyê ye mîna ku li senaryoya Lîwa Îskenderon a Sûriyê hatibû kirin.

Cerad got: "Erdogan çeteyan wekî kevirê kişikê bi kar tîne, wan dişîne cihên ku dixwaze û beşdarî şerên herêmî dike. Ev yek di şerê li Lîbyayê û şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de diyar dibe."

El-Cerad bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo sînordarkirina hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelên herêmê yên dagirkirî gavên cidî biavêje.

Şêniyê bi navê Mihemed Tato jî îşaret pê kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya Erdogan berdewama binpêkirinên Osmaniyan e, ku 400 sal herêm dagir kirin û nezanîû paşvemayî lê belav kirin.

Tato destnîşan kir gelên herêmê bi hevgirtina xwe wê li hemberî dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên ku dewletên cîhanê bi bêdengî û daxuyaniyên xwe yên şermok destekê didinê, bisekinin.

Şêniyê bi navê Ela Omer jî got ciwanên herêmê bi rihê berxwedanê amade ne ku her bihosteke herêmeke dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bike.

Omer destnîşan kir ku sedema aloziya Sûriyê destwerdana derve ye û avakirina Sûriyeke azad û çareserkirina aloziyê bi diyalogên sûrî-sûrî pêkan e.

ANHA