Fermandareke YPJ`ê: Gelê me li hember dagirkeran li ber xwe da û dagirkeriyê qebûl nake

Fermandara YPJ`ê ya herêma Firatê Rosêl Mehmûd destnîşan kir ku piştî artêşa Tirk a dagirker sivîl yekser hedef girtin, neçarî koçberiyê bûn û got “Gelê me yê ku li hember dagirkeran li ber xwe da, dagirkerî qebûl nekir û li hemberî wê her şer dike."

Fermandareke YPJ`ê: Gelê me li hember dagirkeran li ber xwe da û dagirkeriyê qebûl nake
7 cotmeh, 2020   06:19
EYN ÎSA – CÎHAN BÎLGÎN

Di 9'ê Cotmeha 2019`an de dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encamê de gelek komkujî li dijî sivîlan pêk anîn û Girê Spî u Serêkaniyê dagir kirin. Salek di ser dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, derbas bû. Ev her du warên ku aramî lê hebû, niha bi heman hişmendiya DAIŞ’ê rojane jin tên qetilkirin, tecawizkirin û revandin. Her wiha talana malan, dizî, îşkenceya li sivîlan, fidye, guhertina demografiyê berdewam dike.      

Têkildarî mijarê fermandara YPJ'ê ya herêma Firatê Rosêl Mehmûd ji ANHA’yê re axivî.

Rosêl Mehmûd da zanîn ku dewleta Tirk bi hinceta ewlehiya welat, wan tedbîrên xwe girtin û hêzên parastina sînor ava kirin anku mekanîzmaya ewlehiyê bi hêzên Koalîsyonê Navneteweyî re ava kirin û wiha dewam kir: "Lê Erdogan li gorî mekanîzmayê û bendên wê tev negeriya. Di 9'Cotmeha sala borî de bi rengekî hovane tevî çeteyên xwe şer da destpêkirin."

‘ARMANCA ÊRIŞAN PÊKANÎNA XEWNÊN OSMANÎ BÛ’

Rosêl Mehmûd bal kişand ser vekişanda hêzên Amerîkayê ji herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de û got: "Piştî vekişînê, me dizanîbû ku gef wê veguhere êrişan. Ji ber ku planên dewleta Osmaniyan di dîrokê de heya niha xuya ne. Armanca Erdogan jî ku xewnên Osmaniyan zindî bike. Lê tişta ku Erdogan nikaribû bike, têkbirina vîn u îradeya gelan bû. Gel û QSD’ê bi hev re li dijî êrişan li ber xwe da.”

Rosêl Mehmûd destnîşan kir ku piştî artêşa dagirker sivîl yekser hedef girtin, neçarî koçberiyê bûn û wiha domand:" Gelê me yê ku li hember dagirkeran li ber xwe da, heya niha dagirkeriyê qebûl nake û li hemberî wê her şer dikin. Parastina gel û axa me erka me ya bingehîn e. Dewleta Tirk êdî nikare wekî berê êrişên xwe dewam bike.”

Rosêl got dewleta Tirk wê nekare projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe.

Fermandara YPJ`ê ya herêma Firatê Rosêl Mehmûd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew salek e li ber xwe didin, wan dikarîbû êrişên dewleta Tirk bisekinînin û piştrast kir ku ew ê bi berxwedanê heya kêliya dawî tê bikoşin.

ANHA